21 siyasetmedarên kurd hatin girtin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dîlokê û Îdirê ji 45 kesên ku di demên cuda de hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê kirin. Ji 45 kesên sewqî dadgehê hatin kirin li Dîlokê 15 û li Îdirê jî 6 kes hatin girtin. Li Stenbolê jî polîsan bi ser avahiya HDP'ê û malên rêveberên HDP'ê de girtin û 6 kes binçav kirin. Di serdegirtina avahiya HDP'ê de nivîsa "Em dîsa hatin hevalên bi fîstan" nivîsandin.


ÎDIR

Li Îdirê di 20'ê kanunê de 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin. Rêveberên HDP'ê yên bajar jî heye 5 kesên hatin girtin piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgeha Sulh Ceza jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" der barê 5 kesan de biryara girtinê da û we şandin girtîgehê. 4 kesên di 25'ê kanûnê de hatin binçavkirin jî 3 ji wan bi şerê kontrola edlî serbest hatin berdan. 1 kes jî hat girtin.


STENBOL

Polîsan li navçeya Sultanbeyî jî bi ser rêveberên HDP'ê û Avahiya HDP'ê ya Sultanbeylî de girtin û lêgerîn kirin. Polîsan di serdegirtina avahiyê de nivîsa "Em dîsa hatin, hevalên bi fîstan" li ser dîwarê avahiyê nivîsandin. Polîsan hemû alav û amûrên avahiyê perçe kirin û şikandin. Polîsan di serdegirtina malên rêveberên HDP'ê de Hevserokê HDP'ê yê Sultanbeylî Selahattin Yilmaz, rêveberê navçeyê Ahmet Narim, Razaman Konî, Abidin Koni, Îhsan Guneş, Halîs Toprak û YAKAY-DER'ê Said Înedî binçav kirin.

DÎLOK

Ji 39 kesên di 12'ê kanunê de li navenda Dîlokê hatîn binçavkirin jê 34 kes duh derxistin dozgeriyê. Ji 34 kesan 15 kes hatin girtin, 19 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 5 zarok jî hêj li midûriyeta polîsan tên rawestandin.

Piştî operasyonên di 12'ê Kanûnê de li dijî endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kir, li Dîlokê 77 kes hatin binçavkirin. Di 15 rojan de li navçe û navneda Dîlokê 77 kesan hatin binçavkirin. Ji 77 kesan 39 kes li navenda Dîlokê hatin binçavkirin. Ji 39 jdmfı 15 kes hatin girtin. 19 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 5 zarok hêj di bin çavan dene.

Kesên hatin girtin wiha ne: Hevseroka Bajêr ya HDP'ê Guler Erat, Berdevkê Meclîsa Ciwanan ê Dîlokê Mustefa Sayinbatur, Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Şehîtkamil Tahîr Altug, Hevserokê MEYA-DER'ê yê Dîlokê Osman Akdogan, Alî Şîmşek, Bulent Tekîn, Selam Tekîn, Samîr Aygun, Yalçin Aygun, Şeref Burak Haykir, Alî Ercan Kaya, Fatîh Yalçinkaya, Mehmet Ergun, Yusuf Kadîoglu û Hamît Kaygusuz.

Ji 77 kesan 38 kes li navçeyên Îslahiye û Araban ê yên Dîlokê hatin binçavkirin. Hefteya borî jî 21 kes li navçeya Îslahiye hatîn binçavkirin û 19 kes hatin girtin. Li navçeya Arabanê jî 17 kes binçavkirin û hemû hatin berdan.