REQA - Jina bi navê Esma Husen a 50 salî ya bi operasyona "Xezeba Firatê" ve azad bû ji şervanên QSD'ê re gotina "Baş e ku hûn hatin. Êdî em natirsin. Hemû axa me ji wan bistînin" bi kar anîn.
Pengava duyemîn a Xezeba Firatê ya ku Reqayê ji DAIŞ'ê rizgar bikin ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat destpêkirin di roja 17'emîn de berdewam dike. Di operasyona ku ji baskan berdewam dike de heta niha zêdetirî 100 gund û gundik hatin rizgarkirin, bi rizgarkirina gundên Caberê ve keleha Caberê jî hat dorpêçkirin. Bi rizgarkirina herêmê ve zilma ku DAIŞ li ser gelên herêmê dide meşandin jî derdikeve holê.
'LI BER ÇAVÊN ME BIRIN'
Jina bi navê Esma Husen a 50 salî diyar kir ku kurê wê yê 19 salî Ehmed Xelîl ji aliyê gundiyekî ve bi diziyê hat sûcdarkirin û li ser vê yekê kurê wî birine diyar kir ku sedema esasî hêrsa zarokên wê yên li dijî DAIŞ'ê bû. Husen wiha axivî: "Ew bi gundiyekî me ve birin. Me çi kir jî birin. Serê herduyan jî jêkirin. Ew li ber çavên min birin. Ez çi dikim jî nikarim ji bîr bikim. Bêhna min diçike. Ez vî zilmê nikarim qebûl bikim. Mala min bi serê min de ruxandin."
'BAŞ E KU HÛN HATIN'
Husen a ku gotina "Reqayê hemû ji wan bigirin" bi kar anî xwest gelê Reqayê ji vî zilmê bê xilaskirin. Husen wiha axivî: "Baş e ku hûn hatin. Êdî em natirsin. Em xetereyekî hîs nakin. Axa me hemû ji wan bigirin."