MÊRSÎN - Doza akademîsyenên bi navê Hakan mertcan, Selîm Çakmakli û Mustafa Şener dîsa hat taloqkirin.
Akademîsyenên bi navê Hakan Mertcan, Selîm Çakmakli û Mustafa Şener ên ku îmze avêtibûn belavoka "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" û der barê wan de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" "gel texrîkî dijminatiyê kirine" doz hate vekirin careke din derketin pêşberî dadgehê. Di doza ku li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrsînê hat dîtin de Mertcan û Çakmakli û parêzer beşdar bûn. Piştî tespîtkirina nasnameyan parêzeran xwestin muwekîlên wan bêr beraetkirin.
Dadgehê biryara komkirina delîlan da û doz taloqî 7'ê Adara 2017'an kir.