WAN - Polîsên ku ji bo "ewlehiya" Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan ê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin li avahiya şaredariyê hatine bicihkirin 2 odeyên avahiyê veguherandin salona okeyê.
Polîsên TEM û hêzên çewîk ên ku ji bo "ewlehiya" Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan ê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin li avahiya şaredariyê hatine bicihkirin 2 odeyên avahiyê veguherandin salona okeyê. Li avahiya şaredariyê ku bi bariyerên hesin hatiye dorpêçkirin û polîsên ku bi çekên luledirêj li hundir nobetê digirin 2 odeyên avahiyê vala kirin û hate hînbûn ku heta saetên dereng ên şevê okey dilîzin.
Hate îdiakirin ku qeyûm Taşyapan bersiva "ew ewlehiya min digirin" daye xebatkarên şaredariyê yên ku gilî kirin.