Parêzerên xwestin beşdarî 'Nobeta Azadiyê' bibin hatin binçavkirin

STENBOL - Perêzerên ku xwestin piştgiriyê bidin parêzera girtî Barkin Tîmtîk û beşdarî "Nobeta Azadiyê" ya li ber Girtîgeha Sîlîvriyê bibin bi derbkirinê hatin biçavkirin.

Parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Halkin (HHB) ji bo piştgiriyê bidin parêzer Barkin Tîmtîk a rojên borî bi îdiaya "endama rêxistinê ye" hati girtin û beşdarî "Nobeta Azadiyê" ya li ber Girtîgeha Sîlîvriyê bibin hatin binçavkirin. Parêzer Ozgur Yilmaz, Oya Aslan û Ayşegul Çagatay ên ji bo beşdarî nobetê bibin hatin bi derbkirinê ve hatin binçavkirin.

Duh jî parêzer Aytaş Unsal, Ebru Tîmtîk û Gunay Dag ên beşdarî "Nobeta Azadiyê" bûbûn ji aliyê cendirmeyan ve hatibûn derbkirin û binçavkirin, piştre hatibûn berdan.