WAN - Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Elbakê ya di çarçoveya OHAL'ê de deriyê wê hat mohrkirin, peywirdarên Muduriyeta Malan amûrên wê birin.
Peywirdarên Muduriyeta Malan amûrên Şaxa KURDÎ-DER'a Elbaka Wanê ya deriyê wê hatibû mohrkirin birin. Şaxa KURDÎ-DER'a Elbakê ya di 2009'an de hatibû vekirin, beriya mehekê deriyê wê hatibû mohrkirin. Kompîtureke ser maseyan, maseyeke kompîturan, 2 mase, 2 kursî û 2 dolabên pirtûkan ên li avahiyê, ji aliyê ekîbên malan ve li wesayîtê hatin barkirin û birin.
Hevserokê Şaxa KURDÎ-DER'a Elbakê Ridvan Guler wiha got: "Ew hemû komele û saziyên me bigirin jîn, em ê perwerdehiya kurdî bidomînin. Em bang li gelê xwe dikin, bila zarokên xwe bişînin dibistanên perwerdehiya kurdî didin. Li ser zimanê kurdî çi çewisandin û pêkûtî hebin jî, em ê têkoşîna xwe bidomînin."