RIHA- Jina 65 salî Zeyneb Karakaş ku 40 sal in bi destkariyê debara malbata xwe dike, diyar kir ku ji ber derketina makîne û ji bîrkirina hunerê destan qîmeta karê wê nemaye.
Yek ji bajarên Kurdistanê ye ku herî zêde jin di bin navê namus û zagonên rêvebirina sîstemê ve jin tên çewisandin Riha ye. Riha cihê ku herî sîstema zilambûn, tirkbûn û sunîbûn lê tê rêvebirin e. Di nava vê tevlîheviyê de jin jî di civakê de zayenda duyemîn e.
5 ZAROK BI KEDA XWE MEZIN KIR
Dema em li nava Sûka Semtê ya Balikligola Rihayê digerin xebatkarên ser dikê her tim mêr in. Lê carna çavê mirovan li jinan jî dikeve. Yek ji van jinan Zeyneb Karakaş (65) salî ku di destê wê de lûfekî çêdike. Karakaş xwediyê 5 zarokan e û dema hîn zarokên wê biçûk hevjinê wê jiyana xwe ji dest daye. 5 zarok bi keda destê xwe mezin kirine.
'Êdî ciwan vî karî nakin'
Karakaş dibêje ku ew ji 15 saliya xwe heta niha karê destan dike. Karakaş diyar kir ku wê ji dayîka xwe fêrî karê destan bûye û wiha got: "Ez her karê destan dikim. Ev qasî 40 sal in dixebitim. Destpêkê di mal de dixebitîm ev 15 sal in jî min dikan vekiriye. Ez niha li dikanê tiştên wek luf, qazax, şal, betanî, oye, patîk çêdikim û debara xwe li ser firotina van tiştan dikim." Karakaş da zanîn ku niha zêde qîmeta keda dest nemaye û wiha axivî: "Êdî ciwan van huneran fêrnabin. Makîne derketine, em beramberî keda ku didin jî nagirin."