AGIRÎ- Hevşaredara Şaredariya Agiriyê Mûkaddes Kûbîlay hat girtin.
Hevşaredara Şaredariya Agiriyê Mûkaddes Kûbîlay a di 22'yê kanûnê de dema li Îzmîrê li mala keça xwe bû û di serdegirtina malê de hat binçavkirin, piştî 6 rojên di bin çavan de, sewqî dozgeriyê hat kirin.
Piştî karên îfadedayîna li dozgeriyê, Kûbîlay bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Agiriyê hat kirin û heyeta ddagehê jî bi îdiaya "Endamê rêxistinê" biryara girtina wê da. Kûbîlay, şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê.