'Sînorê esasî di dema AKP'ê de hat danîn'

ŞIRNEX- Welatiyên ku telên di navbera gel û malbatan de hatine danîn nas nekirin bi salan têkîliyên xwe bi xizmên xwe yên ku wekî li "welatekî cuda ne" ve berdewam kirin. Suleyman Encu yê ji Roboskê jî diyar kir ku bi salan wekî peşmerge şer kiriye, sînor nasnekirine û gotina "di esasê xwe de sînor di dema AKP'ê de hat danîn" bi kar anî.

Piştî Şerê Yekemîn ê Cihanê ev ax bi sînoran ve hatin parçekirin û eşîr hatibin cudakirin jî di esasê xwe de li ser vî axê cudatî nehat jiyîn. Kurdên ku sînor tune hesibandin her roj çûn û hatin welatê ku cuda tê dîtin. Hem çûn serdanên xizmên xwe hem jî bi aliyê din ê sînor ve bazirganî kirin. Yek ji van cihan jî gundê Roboskê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê ye. Welatiyên Roboskê wekî gundên din ên li ser vî xetî wekî girêdayî Şirnexê na, bi girêdayî Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê jiyana xwe berdewam kir. Bavê Cemal Encu yê di qatlîama Roboskê de jiyana xwe ji dest da Suleyman Encu bi hesretekî mezin qala rojên borî kir û diyar kir ku zozan û gundên esasî li herêma ku îro wekî sînor tê qebûlkirin e.

'SÎNIR HEMÛ JIYANA ME BÛ'

Encu da zanûn ki qadên wan ên jiyanê heta salên 1990'an sînor bû û wiha berdewam kir: "Gund, zevî û darên me hemû li aliyê din ê sînor ma. Dema ku em diçûn zozanan derbasî aliyê din ê sînor dibûn. Me sewalên xwe dibir diçêrandin û sînor bûbû jiyana me. Hemû çavkaniya debara me ew der bû. Dema ku em diçûn zozanan ên li Başûr jî dihatin û me li wir tişt difirot û dikirî, sewalên xwe difirot, teqas dikir. Me nedizanî sînor çî ye tenê navê wî hebû. Heta salên 94'an jî wisa berdewam kir. Di navbera me de sînor tunebû."

BI SALAN PEŞMERGETÎ KIR

Suleyman Encu anî ziman ku bûyî ku sînor hebû diçûn dihatin û ji bo gelê li Herêma Kurdistanê ya Federal dijîn şer kiriye û wiha berdewam kir: "Ez di 15-16 saliya xwe de bûm peşmerge. Di navbera salên 78-84'an de ez peşmergebûm. Piştî 88'an kurd careke din vegeriyan axa xwe, hin ji wan li Amedê hin ji wan jî li vê derê bi cih bûn. Beriya sînor em diçûn û dihatin. Li aliyê din xizm û eşîra me tevahî heye. Eslê me li Başûr eb Piştî ku sînor xêz kirin em ji hev qut kirin. Gundê me li aliyê din ma. Sînor têkîliya me bi eşîr û malbatê ve qut kir."

Suleyman Encu da zanîn ku di salên 90'an de bi hinceta alîkarî dane PKK'ê derbasbûna wan a ji sînor hatiye qedexekirin lê ligel vê yekê jî çûn û hatina xwe berdewam kirine, wê demê jî mirov dihatin kuştin lê wekî niha bi awayekî hovane nedihatin kuştin.

'HETA 2011'AN ME DEBARA XWE JI SÎNIR DIKIR'

Encu destnîşan kir ku di 1995'an de mîralayê bi navê Alî Koç hebû dîsa serhengê bi navê Salîh hebû sînor vekirî dihîştin û destur didan ew pezên xwe bibin û bînin. Encu wiha axaftina xwe berdewam kir: "Zozanên ke vekiribûn, me sewal û pezên xwe bi rehetî dibin zozanan. Vê yekê heta 99'an berdewam kir piştre dî pirsgirêk derketin. Gundê me şewitandin, hewl dan ku me ji vir bişînin, Gundê me şewitandin lê me dîsa çêkir. Hinek ji me cerdevan bûn, hinek necerdevan bû, hinek vegeriyan. Heta 2004'an wisa bû. Dîso sînor serbest kirin, piştre hemû kesan dest bi bazirganiya sînor kirin. 3 hêstirên min hebûn. Me mazot, şekir, birinc dihanî. Heta 2011'an me debara xwe bi vî rengî berdewam kir. Kesekî astengî dernexist me karwanên xwe bi rehatî bir û anî."

NIHA ZOZAN JÎ QEDEXE NE

Ecu dema ku sînor ji bo wan diyarker bû jî wiha vegot: "Di esasê xwe de hikûmeta AKP'ê sînor danî, berê sînorên bi vî reng^idi navbera me de tunebû. Tel danîn, herêmên baregehên ewlehiyê çêkirin. Ne gund, ne zozan ne jî jiyan hiştin. Desturê nadin em biçin zozanan û sewalan xwedî bikin. Nahêlin em biçin gundên xwe. Her sal em diçûn zozaan, sewalên xwe xwedî dikir. Niha hemû tişt qedexe ye. Nahêlin em ji gund jî derkevin. Gotina 'em li van zozanan kê bibînin, gundî be, şivan be em ê bikujin' ji me re bi kar tînin."

'PLANA QATLÎAMÊ BERÊ ÇÊKIRIN'

Encu anî ziman ku qatlîma ku kurê wî jî jiyana xwe ji dest da berê hatiye plankirin û wiha axivî: "Heta 20 rojan beriya qetlîamê yekîneya li Roboskê hat rakirin. Baregeha li jora gund hat rakirin. Hikûmetê tabura vê derê derxist û sînor serbest kir. Piştî nîvro saet di 3'yan de kesê ku hêstirên xwe digirt û derdiket rê êvarê saet di 9-10'an de digihîşt Zaxoyê. Hemû kes bi rehetî diçûn û dihatin, kemîn û dafikên dewletê tunebû. berê kemîn davêtin û hêstir dikuştin, 20 rojan beriya qatlîamê ev jî berdan û hemû tişt serbest bû. Bi şev 38 kes çibûn saet 9'ê şevê bû dema ku ez li malê bûm, dengê balafiran hat. Dema em derketin derve gundiyan gotin qereqolê pêşiya karwanê girtiye. Gotin tenê ewil qereqol zûye. Derve pir sar bû û berf dibarî. Me amadekarî kir ji bo ku biçin û derketin rê. Me digot dê heta 2 saetan vegerin, em bi pêşengên karwanê re axivîn. 3 noqteyên ku mudaxale dikirin hebû, dewletê li 3 noqteyên li ser sînor riya wan girtibû. Hemû komî cihekî kiribûn û nedihiştin belav bibin. Ewil pêşiya wan girtin û nehiştin belav bibin wan jî riya xwe guherand û çûn cihekî din, ketin riyekî ku xwe ewle hîs kirine. Fenerên xwe nîşanî helîkopter û yekîneyên leşkerî dan ji bo ku bê zanîn karwanê qaçaxgeran e. Kom li sînor dimeşiya û saet di 21.20'an de balafir hatin. Piştî bombebaran kir her der ronî bû. êdî me kesek guhdar nekir û berê xwe herêma ku bûyer qewimî. Koma duyemîn xwe li herêma zinaran veşartibû. Zinarên mezin ketibûn li ser wan. Dema ku em çûn saet bi şev 00.00 bû. Hemû kes hatibûn parçekirin, cihê qetlîamê bû. Kesekî kesek nas nedikir. Me hinek ji wan ji pêlavên wan nas kir, hinek ji cil, hinek jî ji şalên wan nas kir. Me hemû li betaniyan pêçan û li ser hêstiran kir û anî."

Suleyman Encu herî dawî got ku ligel 5 salên derbas bûye jî ew ê dev ji daxwaza edaletê bernedin.

Dîcle Muftuoglu/Devran Toptaş - dîhaber