AMED - Nûçegîhanê DÎHA'ya hat girtin Mazlûm Dolan jî tê de, 32 jê girtî bi giştî 40 kesên di sibat û adarê de di derketina Sûrê de hatin girtin, dê 10 meh şûnde derkevin dadgehê.
Piştî îlankirina qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê, nûçegîhanê DÎHA'ya hat girtin Mazlûm Dolan jî di nav de, 32 jê girtî 40 kesên ji ber pevçûnên ku 104 rojan domiyan, li navçeyê mahsûr mabûn, piştî 10 mehan şûnde wê derkevin dadgehê. Di doza wê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin de, der barê 20 kesî de bi tawanbariya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebeta giran tê xwestin. 20 kesên ku Mazlûm Dolan jî di nav wan de bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê", "Propagandaya rêxistinê", "Muxalefetî qanûna meş, civîn û xwepêşandana" tên tawanbarkirin. Her wiha delîlên van sûcan jî, bermayiyên sotemeniyan ên lis er kincên wan, beyanên şahidan, îfadeyên şahidêên nepen, meş û daxuyaniyên çapemeniyên yên li derveyî Sûrê hatin nîşandan. Der barê kesekî ji Sûrê derketibû jî, biryara devjêberdana şopanê hatibû dayîn.
10 jê zarok, 51 kesên li Sûrê asê mabûn, di encama hewldanên parlementerên HDP'ê de, di 19'ê sibat, 3 û 7'ê adarê de ji taxan hatibûn tehliyekirin. 10 zarokên ji 12 saliyê biçûktir ên dê û bavên wan hatibûn girtin jî, li ser biryara dozgeriyê radestî Saziya Xizmetên Civakî û Hêvişandina Zarokan (SHÇEK) hatibûn kirin. Di encama hewldana malbatan de zarok, teslîmî malbatên wan hatibûn kirin. Dozgerê lêpirsîna Sûrê dimeşand, ji bo der barê zarokên ku yê herî biçûk 2 salî û yê herî mezin 10 salî bû, bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" lêpirsîn bê vekirin nivîs ji muduriyeta polîsan re şandibû. Beriya bên tehliyekirin, Mazlûm Dolan jî di nav de der barê 6 kesî de, derketibû holê ku li Muduriyeta Polîsan a Amedê 3 caran îxabar hatiye kirin. Di îfadeyên gumanbaran ên di îddianameyê cih digirin de, derketibû holê ku di dema tehliyeyê û piştî wê de ji aliyê leşker û polîsan ve hatine derbkirin.
QEDEXEYA LI SÛRÊ HÎN JÎ DIDOME
Li Sûra ku pevçûn 104 rojan domiyan, li gor hejmarên fermî yên hatin daxuyandin 2 serpel û teymen jî di nav de, 54 leşker, 17 polîs û cerdevanek jiyana xwe ji dest dabûn. Jimeha kanûna 2015'an vir ve, di operasyonên li navçeyê de; 392 leşker, 128 polîs, 3 cerdevan bi giştî 522 leşker û polîs birîndra bûbûn. Di dema operasyonan de 17 jê zarok 74 sivîlî jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha hatibû ragihandin ku, di pevçûnan de 64 endamên YPS'ê jî jiyana xwe ji dest dabûn. Li gelek taxên navçeyê, ji 28'ê mijdara 2015'an roja Tahîr Elçî hat kuştin heta niha, qedexe hîn jî didome.