Li ranzayekê 3 girtî radizên

MÊRSÎN - Parêzer Ozgur Çaglar ê der barê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tarsusê dimînin de agahî da diyar kir ku, li qawîşa 81 girtî lê dimînin, li ranzayekê de 3 girtî radizên.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan a Mêrsînê Ozgur Çaglar têkîldarî pirsgirêkên li Girtîgeha Tarsusê agahî dan. Çaglar anî ziman ku, li Girtîgeha Tarsusê demeke dirêj e mafên girtiyan tên binpêkirin û wiha axivî: "Li gel hemû helwdanan jî îdareya girtîgehê li dijî girtiyan binpêkirinên mafan didomîne. Di encama lêkolîna me ya dawî de, me dît ku li girtîgehê pirsgirêkeke kapasîteyê ya cîdî heye. Me dît ku gelek girtî hene. Li ranzayekê 3 girtî radizên. Dîsa li her qawîşê 81 girtî dimînin."

'MAFÊN TENDURISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN'

Çaglar got, li girtîgehê pirsgirêka ava germ heye ji ber vê yekê jî girtî di şertên zivistanê de gelek zehmetiyan dikişînin. Çaglar da zanîn ku, li girtîgehê girtiyên temenê wan ji 18 salî heta 75 salî hene û girtî bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ne. Çaglar dest nîşan kir ku, pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyan nayê çareserkirin, wan dernaxînin revîrê, mafê tenduristiyê yê girtiyan tê astengkirin, rêbazên dermankirinê yên ji rêzê tên bikaranîn.