Li Girtîgeha Şakranê polîs jî tevlî lêgerînan dibin!

ÎZMÎR - Li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya ku di demên dawî de li dijî girtiyan binpêkirinên mafan lê zêde dibin, hat diyarkirin ku, li qawîşên jinên girtî lê dimînin, tevî gardiyanan polîs jî beşdarî lêgerînan dibin. Zeytin Satici ya ku demek berê ji heman girtîgehê tehliye bû wiha got: "Îdareya girtîgehê û muduriyeta polîsan bi awayekî paralel tevdigerin û li gel gardiyanan polîs jî tevlî lêgerînan dibin."

Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, îşkenceyên fizîkî û derûnî yên li ser girtiyên siyasî her diçe zêde dibin. Yek ji van girtîgeha jî, Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê ye. Welatiya bi navê Zeytîn Satici ya ku 4 roj berê ji heman girtîgehê tehliye bû diyar kir ku, li girtîgehê li gel gardiyanan polîs jî beşdarî lêgerînên kêfî dibin.

'GIRTÎGEHA ŞAKRANÊ WEK 'HERÊMA PÎLOT' ÎLAN KIRIN'

Satici anî ziman ku, rêveberiya girtîgehê li qawîşên jinan her tim bi zextî tevdigerin û wiha got: “Herî zêde di lêgerînên qawîşên jinan de, mudaxileyên tund dikin. Rêveberiya girtîgehê û polîs li gel hev li qawîşan lêgerînan pêk tînin." Satici balê kiaşnd ser binpêkirinên mafan ên bi OHAL'ê re zêde bûn û wiha domand: "Bi OHAL'ê re Girtîgeha Şakranê wek 'Herêma Pîlot" hat îlankirin. Rojname û pirtûk ne didan me. Êrîşên derûnî zaf bûn. Dema rêveberiya girtîgehê bixwaze ji bo weêneyên li qawîşan jî lêpirsînê vedike. Li girtîgehê înfaza gelek girtiyan şewitandin."

‘GEFAN LI GIRTIYAN DIXWIN'

Satici dest nîşan kir ku, rêveberiya girtîgehê her tim bi "cezayê hucreyê" gefan li girtiyan dixwin û wiha axivî: "Hin hevalên me yî ku ji berdana wan re hindik mabû, her tim gefan li wan dixwarin. Polîtîkayên 'şewitandina înfazê' dixistin dewrê. Ji gelek hevalên me re digotin, evqas cezayê we yî hucreyê heye û bi vî awayî gef li wan dixwarin. Li Şakranê gelek derhuqûqî hene. Di dema şewitandina înfazê de jî, agahiyê nadin girtiyan. Mînak, hevaleke me ji Sêwazê hatibû û li vir cezayê hucreyê lê birîn. Li Girtîgeha Şakranê vî cezayî wek hincet nîşan didin û înfazê dişewitînin û ev hîn jî didome."

'TEDAWIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ HAT RAWESTANDIN'

Satici got, wan agahî ji girtiyên din û ji yên dihatin derbkirin wernedigirtin û wiha axivî: "Li qawîşên T3 û T4'an me agahî ji hevalên girtî yê mêr wernedigirtin. Pêwendiya me hatibû qutkirin. Di lêgerîn û jimariyê de, êrîşî hevalên wir kiribûn û ew derb kiribûn." Satici dest nîşan kir ku, li girtîgehê girtiyên nexweş hene û divê tedawiya wan bê kirin, lê belê tedawiya wan hatiye rawestandin.

Li ser vê, bi rêya telefonê me xwe gihand rayedarên girtîgehê, lê gotin ew nikarin têkildarî van îdiayan agahiyan bidin.