MINBIC - Çerkesên ku li Minbicê dijîn ên ku Serokomar Erdogan gotina "paqijiya etnîkê tê kirin, bi demografyayê ve dilîzin" bi kar anî bû û kiribû hedef, ji bo hemnijadên xwe yên di dema DAIŞ'ê de ji bajar kuç kirin bangawaziya "Minbic êdî azad e. Hemû kes li vir dikarin bi hevre bijîn û em çerkes li vir li benda we ne" kirin.
Minbic a ku kurd, ereb, çerkes, ermen, tirkmen û çeçen dijîn û di 73 rojan de ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin ji nûve vedigehure nasnameya xwe ya pir rengî û pirçandî. Di serî de Serokomar Tayyîp Erdogan û rayedarên dewletê her tim gotina "paqijiya etnîkê tê kirin, bi demografyayê ve dilîzin" ve Minbic kiribûn hedef. Niha li bajar bi meclîsên ku hatine avakirin ve hemû nasname xwe temsîl dikin. Gelên ku di dagirkeriya DAIŞ'ê ya 2 salan berdewam kir de nasnameyên xwe veşartin niha li gorî nifusê xwe dikarin xwe temsîl bikin. Ciwanê bi navê Şedî Bekar ê 25 salî yê cerkes e diyar kir ku li Şam, Minbic û Serêkaniyê li gelek bajarên Sûriyeyê çerkes dijîn lê niha bi Meclîsên Federalîzma Demokratîk ve nasnameya xwe jiyanî kirine.
JI BER PÊKÛTIYA DAIŞ'Ê KOÇÎ KAFKASYAYÊ KIRIN
Bekar got ku li Minbicê bi dagirkirina DAIŞ'ê ve jinên çerkes hatine revandin û birayê wî yê ku îtirazî revandina jineke çerkes kiriye bi hinceta ku îstixbaratê dide rejîme hatiye kuştin, serê wî hatiye jêkirin. Bekar got ku piştî van bûyeran piraniya çerkesên ku li Minbicê dijîn koçî Kafkasyayê kirine. Bekar diyar kir ku DAIŞ ji bo ku gelê çerkes li Minbicê tune bikin serî li gelek riyan daye, bang li saziyên navneteweyî kir xwest rewşa çerkesan li Minbicê di cihê xwe de lêkolîn bikin, piştî DAIŞ'ê jiyana vê derê qeyd bikin.
GEL MINBICÊ BI RÊVE DIBIN
Bekar got ku di dema DAIŞ'ê de gel hemû di bin pêkûtiyê de bûn û wiha berdewam kir: "Bi taybetî li ser kurdan pêkûtî û polîtîkaya tunekirinê dihat meşandin. Dema ku QSD hat terzekî cuda pêş ket. Cudatî nekir navbera tu kesan. Bi taybetî jî cuda nêzîkî kêmaran dibû. Me dît ku ew dikarin bijîn. Ji ber vê yekê em spasiyên xwe li wan dikin. Niha gelên Minbicê bajar bi rêve dibin."
BANGA VEGERÊ
Bekar destnîşan kir ku piştî bajar azad bû ku mafên xwe bidest xistin û di rêveberiyê de cih girtin. Bekar herî dawî wiha got: "Em vî di sîstema ku li Minbicê ava kirin de dibînin. Êdî baweriya me ew e ku em dikarin bi hevre bijîn. Di sîstema ku hate avakirin de me deng û rengê xwe dît. Ji ber vê yekê jî em dixwazin di nava vê sîstemê de cih bigirin. Ez li vir bang li gelê xwe ye çerkes dikim. Vegerin Minbicê. Êdî Minbic azad e. Hemû kes dikarin li vir bijîn û ez jî wekî çerkesekî li vir li benda we me."