Di salvegera komkujiya Roboskê de 'Reda Wîcdanî'

STENBOL - Komîteya Şopandina Mafên Sewalan (HAKİM), di 5'emîn salvegera Komkujiya Roboskê de daxuyanî da û xwest di salvegera Komkujiya Roboskê ku 39 mirov û 59 kantir hatin kuştun û hezar û 827 rojin malbatên Roboskê li edaletê digerin de, her kes mafê reda wîcdanî bikar bînin.

Komîteya Şopandina Mafên Sewalan (HAKİM), di 5'emîn salvegera Komkujiya Roboskê de daxuyanî da. Komîteyê, anî ziman ku di salvegera Komkujiya Roboskê ku 39 mirov û 59 kantir hatin kuştun de hezar û 827 rojin malbatên Roboskê li edaletê digerin û wiha cih da daxuyaniyê: "Di salvegera Komkujiya Roboskê de em bang li her kesî dikin ku reda wîcdanî bikar bînin. 5 sal berê li Roboskê balafirên şer 34 mirov û 59 katir qetil kirin. Hemû hewldan û serlêdanên malbat û parazvanên mafên mirovan bê encam ma. Em pekî parazvanên mafên mirovan li cem gelê Roboskê ne. Em li dijî bombebaranê, kuştina mirov û sewalan, li dijî bombekirina goristanan, li dijî kesên li dervê hiqûq û demokrasiyê tev digerin em li cem gelê Roboskê tev digerin.

JI BO REDA WÎCDANÎ BANG

Komîteyê xwest kujer bên darizandin û bûyer bê ronîkirni. Komîteyê herî dawî bang li her kesî kir ku di salvegera komkujiya Roboskê de her kes mafê xwe yê Reda Wîcdanî bikar bîne.