Rojnamegerên Cumhuriyetê li AYM’ê glî kirin Rojnamegerî tê bêdengkirin

STENBOL - Parêzerên Rojnameya Cumhuriyetê ji bo 10 rojnamegerên ku 54 rojin girtî ne, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan û xwestin rojnameger bên berdan.

Parêzerên Rojnameya Cumhuriyet ji bo 10 rojnameger û nivîskarên Cumruriyetê yên di lêpirsîn û operasyona bi navê "Cemaeta Gulen" de hatin binçavkirin û girtin û niha li Girtîgeha Silivrî tên girtin, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Parêzeran di serlêdanê de diyar kirin xala 18'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa yên "Azadî û ewlehiya kes" û "azadiya çapemenî û ramanê" hatiye îhlalkirin û tu şika sucê bi hêz li ser rojnamegeran tune ye.

Parêzeran da zanîn ku Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo Erdem Gul - Can Dundar diyar kiribû ku ji bo kesek bê girtin divê delîlên bi hêz ên der barê sûc de hebe û ger ku ev delîl tune be divê neyê girtin. Parêzeran anîn ziman ku ji ber naveroka dosyayê bi wan re nehatiye parvekirin dîsa mafê rojnamegeran ê parastinê hatiye astenkirin û li gel ku bi dehan caran xwestine jî tu encam negirtine. Parêzeran, da zanîn ku bi girtina rojnamegeran mafê wan ê azadiya ramanê û azadiya ewlehiya kes tê astengkirin û maf tên îhlalkirin.

TALÛKEYA REVÊ TUNE YE

Parêzeran, ji bo maf, hiqûqê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan û xwestin rojnameger serbest bên berdan. Parêzeran da zanin ku li girtina rojnamegeran li dijî xala 19/3'an a Qanûna Bingehîn e xwest rojnameger bên berdan. Parêzeran da zanîn ku ger dadgeh erênî bersîva wan nede, dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bide.

Parêzeran, anîn ziman ku ji ber rojnameger û nivîskarên Rojnameya Cumhuriyetê ne hatine girtin û ji bo rê li pêş azadiya ramanê ya rojnameyê bigirin rojnameger hatine girtin. Parêzeran, bilêv kir ku bêdengkirina rastiyan bi tu awayî nayê şirovekirin û armanca girtina rojnamegeran astengkirina rojnamegeriyê ye. Parêzeran, anîn ziman ku dixwazin bi girtina rojnamegeran Rojnamegeriyê bêdeng bikin û biryarek siyasî ye."

Parêzeran di serlêdanê de diyar kirin ku rojnameger "Neheq hatine girtin" ji ber vê yekê azadiya çapemeniyê û wîcdanê civakî hatiye girtin. Parêzeran, bilêv kir ku ji ber girtina Rojnamegeran mafê civakê yê agahî û ragihandinê tê binpêkirin û ev zerarê dide darizandinê.