Leşkeran bîranîna Roboskê asteng kir

ŞIRNEX - Leşkeran destûr neda ku malbatên Roboskê di salvegera komkujiya 34 welatiyan de xizmên xwe bibîr bînin. Leşkerên Fermandariya Alaya Gulyazi (Bêcuh) gefa "Ger hûn wan bibîr bînin em dê 6 welatiyên di bin çavan de bigirin" xwar.

Malbatên Roboskê bi minasebeta 5'emîn salvegera Komkujiya Roboskê ya di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 welatî hatin qetilkirin, xwestin biçin ser gorên zarokên xwe û zarokên xwe bibîr bînin. Malbatên ku xwestin zarokên xwe bibîr bînin rastî astengiya leşkeran hatin. Leşkeran rêyea navbera gund û goristanê girt û destûr neda malbat biçin ser gorên zarokên xwe. Leşkeran bi maşîneyên zirxî rê girt û gef li welatiyan xwar. Leşkeran gefa ger ku hûn bîranînê pêk bînin em dê 6 gundiyan bigirin.

Di 25'ê Kanûnê de leşkeran bi ser Roboskê de girtibû û di serdegirtina malan de Serokê Roboskî-Derê Velî Encu, Taybet Encu û Aktîvîstê Aştiyê Yannis Vasilis Yaylalı, Meral Geylanî hatibûn binçavkirin. Di Di serdegirtina malan da 27'ê kanûnê de jî Hikmet Alma û Ubeydullah Encu hatibûn binçavkirin.

LEŞKERAN GEF XWAR

Leşkerên Fermandariya Alaya Gulyazi gefa "Ger hûn bîranînê pêk bînin em dê 6 kesên hatine binçavkirin bigirin" li malatan xwar.