Hevşaredara Bajêrge hat berdan

COLEMÊRG - Hevşaredara Bajaroka Bajêrge ya Geverê Dilber Uzunkopru Dilber Uzunkopru ya di 26'ê Kanûnê de hatibû binçavkirin hat berdan. Endamê Meclisa Giştî ya Colemêrgê Samet Tekin ê hatibû binçavkirin jî hat girtin.

Hevşaredara Bajaroka Bajêrge ya Gevera Colemêrgê Dilber Uzunkopru ya 26'ê kanûnê hatibû binçavkirin piştî karên Miduriyeta Polîsan a navçeyê derxistin pêşberî dadgehê. Uzunkopru ya heya danê êvarê li dozgeriyê îfade da, bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” sewqî dadger kirin. Dadger jî bi şerta kontrola edlî serbest berda.

Endamê Meclisa Giştî ya Colemêrgê yê DBP’î Samet Tekîn ê di 25'ê kanûnê de hatibû binçavkirin jî bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.