ÊLIH - Navenda Piştevaniya Jinê SELÎS û Mala Gel a Mûsa Anter ên girêdayî Şaredariya Êlihê ji bo 10 salan dewrî Walîtiya Êlihê hatin kirin.
Alîkarê Waliyê Êlohê Ertug Şevket Aksoy ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin Navenda Piştevaniya Jinê SELÎS û Mala Gel a Mûsa Anter ên girêdayî Şaredariya Êlihê ji bo 10 salan dewrî Walîtiya Êlihê kir. Di biryara ku ji Meclîsa Şaredariyê bi îmzeya Aksoy hat derxistin de hat gotin ku SELÎS û Mala Gel a Mûsa Anter di çarçoveya di çarçoveya Projeyên Piştevaniya Malbatan (ADEM) de ji bo 10 salan dewrî Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî hatine kirin.