8 nexweşên li YYU'ê piştî emeliyata çavan kor bûn

WAN - Hat îdîakirin ku 8 nexweşên li Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, yên ku piştî emeliyatê derzî li wan hatin xistin kor dibin. Nexweşê çavan Şahabettin Demirtaş, diyar kir ku 21'ê kanûnê de piştî emeliyatê derzî li wî hat xistin û êdî nabîne.

Li Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê, 8 nexweşên di beşa çavan de emeliyat bûn û zerî li wan hat xistin, roniya çavên xwe winda kirin. Nexweşên ku ji çavên xwe emeliyat bûn diyar kirin kupiştî derzî li wan hat xistin ronahiya çavên xwe windakirin û êdî nabînin. Li gorî nûçeya Rojnameya Îpekyolu, hat diyarkirin ku 8 welatiyên li Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ji çavên xwe emeliyat bûn û derzî li wan hat xistin, ronahiya çavên xwe windakirin. Nexweşê mexdûr Şahabettin Demirtaş, diyar kir ku di 21'ê Adarê de li nexweşxaneyê ji çavê xwe emeliyat bû û piştî derzî li çavê wî xistin ronahiya çavên xwe windakirin. Demîrtaş, anî ziman ku piştî emeliyatê tevî wî derzî li 8 nexweşan xist û niha çavên tevan nabîne. Demirtaş, anî ziman ku berî biçe nexweşxaneyê ronahiya çavê wî hebû û piştî emeliyat bû êdî nabîne. Demîrtaş, anî ziman ku doktoran gotiye ‘Çavê te enfeksiyon girtiye' û ew emeliyat kirin û wiha got: "Ez 5 saetan di emeliyatê de mam. Piştî emeliyatê doktoran got "Êdî tiştekî em bikin tune ye. Gotin em sedema wê lêkolîn dikin. Berî ez biçin nexweşxaneyê çavê min ditît, lê niha çavên min nabîne."

DÊ SERLÊDANA SÛC BIKE

Demirtaş, anî ziman ku ji ber emeliyat û derziyê çavê wî kor bû û wiha got: "Em 8 kes piştî emeliyatê û derziyê êdî nabînin. Li şûna li odeyê derzî bikin li koorîdora nexweşxaneyê derzî li min dan. Dema min ev pirsî gotin 'Îro nexweş pir in'"

Yek ji nexweşên ku roniha çavê xwe winda kir jî Sabiha Gullu ye. Kurê Sabiha Gullu Hukmet Gullu jî anî ziman ku piştî dayika wî emeliyat bû êdî nabîne û heta niha kesî pirsa wan nekiriye.

Yek ji nexweşên çavan Keriman Soylemiş jî piştî derziyê êdî çavê wê nabîne. Hevserê Keriman Soylemîş Burhanettin Soylemiş, diyar kir ku hevsera wî piştî emeliyat bû û derzî li wê dan êdî çavê wê nabîne û wiha got: "Piştî derziyê em çûn malê. Dema me çûn malê êdî çavê hevsera min nedît. Sedema korbûna hevsera min emeliyat e, ango derzî ye em nizanin. Lê tişta ku ez dizanim berî çavê hevsera min ditît û niha nabîne.

Welatiyên ku ji çaven xwe emeliyat bûn û êdî nabînin Asmin Suren jî xwestin her kes baldar be. Kurê Asmin Suren Bahri Suren anî ziman ku heta niha gelek mirov kor bûn û heta niha rayedaran der barê vê yekê de daxuyanî nedaye. Ali Altariî jî anî ziman ku berî biçe nexweşxaneyê çavê wî dîdît, lê piştî emeliyatê êdî çavê wî nabîne.
Atarî anî ziman ku ew dê der barê rayedaran de dê li dozgeriyê gilî bikin.

Serhekimê Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Yuzuncu Yilê ya Wanê Doçent Doktor Cengiz Demir, jî diyar kir ku wan der barê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin. Demir, anî ziman ku îhtîmalek mezin ji ber îlacê ev pirsgirêk derketiye.