NAVENDA NÛÇEYAN - KCD, TJA, HDP, DPB û ÎHD'ê bi minabeseta salvegera komkujiya Robosê daxuyaniyên nivîskî dan. Saziyan komkujî şermezar kirin û diyar kirin ku ji bo Komkujiya Roboskê ronî bibe dê hata dawî têbikoşin.
DBP: ROSKÎ NÊZÎKATIYA ÎKTÎDARÊ YA LI LEMBERÎ KURDAN E
Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), jî bi heman armancê daxuyanî da û komkujî şermezar kir. DBP'ê da zanîn ku roboskê eyna hikûmetê ya li hemberî kurdan e. DBP'ê da zanîn ku, Roboskê hişmeniya îktîdarê ya li hemberî kurdan nîşan dide û wiha got:"Her çend hikûmet bêje pirsgirêka kurd dixwaze di nava çareseriya demokratîk de pêş bixe jî, ji ber ku hêj kujerên Roboskê nehatine ronîkirin û cezakirin û hêj êrîşên li dijî bajarên kurdan didomin kes ji vê yekê êdî bawer nake.
HDP: AKP SER KOMKUJIYÊ BINCIL KIR
Navenda Giştî ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) jî bi heman armancê daxuyanî da û komkujî şermezar kir. HDP'ê anî ziman ku di ser komkujiya 34 ciwanan re 5 sal derbas bûn, lê hêj komkujî ronî nebûye û kujer nehatine darizandin. HDP'ê da zanîn ku li şûna kujer bên darizandin Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ku mexdûrê komkujiya Roboskê ye, li gel ku destnedayîna wî heye jî disa hat girtin û Serokê Roboskî-Der'ê Veli Encu hatin binçavkirin. HDP'ê destnîşan kir ku welatiyên Roboskê 5 salin rastî êrîşên leşkeriyê tê û wiha got: "Li şûna rayedar vê yekê ronî bikin Serdozgerê Amedê der barê dosyayê de biryara veşartî da û ser dosyayê bincil dikin. Heta ku em hesab ji vê yekê bipirsin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bajarên Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Sûr, Gever, û Şirnex tev ser û bin kirin. Ev hemû feraseta sergirtina Roboskê ye. Lê çiqas dem derbas bibe jî emê têbikoşin.
KCD: DEWLETA TIRK JI ROJA HATIYE DAMEZIRANDIN HETA NIHA KOMKUJIYÊ DIKIN
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta salvegera Komkujiya Roboskê daxuyaniya nivîskî da. KCD'ê di daxuyaniyê de wiha got:
"Dewleta tirk ji roja hatiye damezrandin û heta niha di serî de li ser gelê kurd û hemû gelan komkujî meşandiye û hê jî dimeşîne. Ji van komkujiyan yek jê jî Komkujiya Roboskê ye. Balafirên şer ên artêşa tirk di 28'ê kanûna 2011'an de li çoltera gundê Roboskê ya Qilebana Şirnexê bombe bi se piraniya wan zarok ciwanên kurd de barandin û 34 ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan. Erdogan piştî komkujiyê di daxuyaniya we ya ewilî de berpirsyariya xwe ya di komkujiyê de anî ziman. Medyaya tirk jî piştî bi rojan bêdeng ma bi nûçeyên ku nirxên mirovahiyê binpê dike hewl dan ser vê komkujiyê bigirin. Medyaya ku heta duh hewl dida ser komkujiyê bigire, niha jî di serî de jin û siyasetmedar û her kesê li hemberî faşîzma Erdogan û AKP'ê li ber xwe didin bêqîmet bikin. Ji bo vê jî çi ji destê wan tê dikin. Di van rojên ku faşîzma Erdogan û AKP'ê gihîştiye asta herî jor de, li şûna cem gel be, li cem faşîzme cihê xwe girtine.
SÛCÊ MIROVAHIYÊ KIRIN
Roboskê ji bo gelê kurd cihê êş û birîna nayê dermankirine. Bi perçekirina bedenê 34 ciwanên kurd careke din sûcê mirovahiyê kirin. Bi vê komkujiyê komkujiyeke din li ser wê zêde kirin û bi vê komkujiyê creke din rêveberên vê dewletê wekî komkujer ketin naava rûpelên dîrokê. Li gel ku di ser komkujiyê de 5 sal berbas bûne jî hê jî tu kes nehtiye darizandin û ne jî ji peywirê hatiye dûrxistin. Ji ber ku hesabê Roboskê nehat pirsîn komkujiya mîtinga HDP'a Amedê, mîtînga kedkaran a li Enqereyê, Gezî, Pirsûs, Licê, Gever, Nisêbîn, Sûr û gelek bajarên din komkujî pêk hatin. Her komkujiya ku hesabê wê nayê pirsîn bi xwe re komkujî û êşên din tîne.
Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk 34 ciwanên di komujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de malbata wan û kesên ji çar hêlên dinyayê hatin tevî têkoşînê bûn bi têkoşîna xwe hiştin ku Erdogan û çapameniya wî paşde gav bavêjin. Ev encama serkeftina berxwedana gel e.
Em ê bi vê berxwedana xwe ya bênavber hesab ji kujer, berpirsayarên komkujiyê û yên ku hewl dan komkujiyê veşêrin bipirsin. Ji bo komkujî bên ronîkirin û hesab were pirsîn têkoşîna me ya demokratîk wê bênavber bidome.
TJA;
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi heman armancê daxuyanî da û komkujiya Roboskê şermezar kir. TJA' anî ziman ku sedema ronînekirina komkujiya Roboskê ewe ku naxwazin planên AKP'ê yê komkujiya kurdan a wekî model hatibû diyarkirin bê aşkerekirin. TJA'ye da zanîn ku plana komkujiya Roboskê li Cizîrê bi hovîtiyek mezintir berfireh kirine û dewam kirine û wiha got: "Em komkujiyê şermezar dikin.Ji bo berpirsiyarê komkujiyê bên ronîkirin û cezakirin em dê heta tawî dêbikoşin
ÎHD: DIVÊ TIRKIYE RASTIYA XWE BIBÎNE
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî bi heman armancê daxuyanî da. Li ser navê komeleyê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Rajî Bîlîcî jî diyar kir ku hêj kujer nehatine darizandin û hesap nehatiye pirsîn. Bilicî, xwest êdî Tirkiye rastiya xwe bibîne û bi rastiyê xwe re bê rûqalî hev.
HATAY
Rêxistina HDP'ê ya Îskenderûnê ya Hatayê jî bi heman armancê daxuyanî da û komkujî şermezar kir. HDP'ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî û daxuyanî da. Di civînê de parkarta "Me Roboskê ji bîr nekir em ji bîr nakin" vekir. Hevserokê HDP'ê Ahmet Çahan, xwest demek berî demekê kujer bên ronîkirin û darizandin.
EDENE
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Hevserokê HDP'a Seyhanê Yaşar Demir daxuyanî da û xwest hesap ji kujeran bê pirsîn.
ÊLIH
Rêxistina HDP û DBP'ê yên Êlihe jî bi heman armancê li avahiya DBP'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan û gelek kesên din amade bûn. Di civînê de Mehmet Ali Aslan, jî komkujî şermezar kir û xewst komkujî bê ronîkirn. Daxuyanî bi stranên hunermenda Navenda Çanda Mizgin (NÇM) bi dawî bû.