Banga vegera pevajoya çareseriyê

AMED - Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Sûrê ji ber ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin di daxuyaniya ku dan de banga vegera pêvajoya çareseriyê kirin.

Rêxistinên DBP û HDP ên navçeya Sûrê ya Amedê ji bo ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev demeke dirêj e agahî nayê girtin li avahiya DBP'ê ya Sûrê daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê avahiya DBP'ê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di daxuyaniya ku bi dehan endamên partiyê beşdar bûn de Rêveberê DBP'ê yê Sûrê Nursî Şîmşek axivî û diyar kir ku bi polîtîkaya ku Ocalan 18 sal in li Îmraliyê dide meşandin û paradîfmaya nû ve ketiye têkoşîna aşitiyê.

Şîmşek anî ziman ku bi têkoşîna aştiyê ya Ocalan ve mase hatiye danîn û wiha got: "Çi heyf e ku îxtidara AKP'ê û Recap Tayyîp Erdogan li şûna ku stratejîk nêzîkî vî pêvajoyê bibe, ji bo di hilbijartinan bi ser kev wekî fersend bi kar aniye."

Şîmşek diyar kir ku di dema Împaratoriya Osmaniyan de feraseta Enver Paşa yê Îtihat û Terakiyê niha ji aliyê Serokomar Erdogan ve tê meşandin, polîtîkayên Sûriyeyê û qatlîama Roboskê encama vî ferasetê ye.

Şîmşek xwest ku AKP dev jî ji vî polîtîkayê berde, tecrîda li ser Ocalan rake û dest bi hevdîtinan bike.