Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek hat binçavkirin

ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, bi îdîaya têkildarî dozekê îfade nedaye li Hezexê hat binçavkirin.


Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yaksek, li navçeya Hezexê ya Şirnexê hat binçavkirin. Yuksek, ji aliyê polîsên TEM'ê ve bi îdîaya têkildarî dozek ku berê li wî hatiye vekirin îfade nedaye hat binçavkirin. Yuksek, piştî hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Hezexê. Yuksek û heyeta li gel wî bi armanca biçin Şirnexê derketibûn rê.