NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hatay, Mêrsîn, Dersim û Êlihê gelek kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Îskenderun, Antakya û Dortyolê serê sibehê di operasyonan de gelek kes hatin binçavkirin. Di operasyona li Antakyayê de Seroka SYKP'ê ya Hatayê Hulya Kavuk û Mert Aslanturk, Erdal Cîrîk, Semra Pekbay, Hansel Tekîn û Buşra Demîrtaş hatin binçavkirin.
Li Îskenderunê jî endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê Ahmet Ozen, Serhat Baran, Bekîr Ocalan, Mazlum Îrdava, Turkan Kaya, Tarik Balaban, Velî Kaykaç, Gokhan Ataç, Mazlum Çoban hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Hatayê. Hate hînbûn ku di çarçoveya operasyonan de der barê hin kesên din de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
Li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê jî Osman Işiksal hat binçavkirin.
ÊLIH
Li Êlihê di operasyonên serê sibehê de Serokê Petrol-Îş'ê ya Êlihê Şehmus Kaygusuz jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku operasyon ji ber parvekirinên çapemeniya civakî hatiye lidarxistin. Kaygusuz ji bo çalakiya li dijî biçûkirina Petrolên Tirkiyeyê çûbû Enqereyê. Piştî û ji Enqereyê vegeriya hat binçavkirin. 15 kesên hatin binçavkirin li emniyeta bajar tên girtin.
DERSIM
Li navçeya Pêrtagê ya welatiyê bi navê Cenk Akgonul ê ku di 24'ê kanûnê de hatibû binçavkirin derxistin dozgeriyê. Akgonul ê bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin hat girtin. Akgonul ê hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê.