Doza Aydogan hat taloqkirin

AMED - Di doza parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan a girtî ye de ji ber ku parêzer ne amadebû îfade neda.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan a ku hate girtin û birin Girtîgeha Sîlîvriyê, doza ku der barê wê de bi îdiaya ku di axaftina xwe ya 2014'an de "propagandaya rêstinê kiriye" hatibû vekirin li 2'yemîn Dadgeha CEzaya Giran a Amedê hat dîtin. Aydogan ji Girtîgeha Sîlîvriyê bi SEGBÎS'ê ve beşdarî dozê bû.

Piştî tespîta nasnameyê Aydogan ji ber ku parêzerê wê nehatiye dozê got ku dê îfadeyê nede û di danişîna din de bi parêzerê xwe ve dê îfadeyê bide. Heyeta dadgehê jî ji bo ku parêzre beşdarî dozê bibe nivîs nivîsand û doz taloq kir.

Di danişîna yekemîn a ku di 5'ê cotehê de hatibû dîtin Aydogan ji ber ku beşdarî dozê nebûbû ji bo bangawaziyê kaxiz hatibû şandin.