Li Cizîrê jineke ciwan xwe xeniqand

ŞIRNEX - Li Cizîrê jina 18 salî ya bi navê Nefîze Balik xwe xeniqand.

Li Taxa Konaka Cizîra Şirnexê, jina 18 salî ya bi navê Nefîze Balik xwe xeniqand. Li gor agahiyên bi dest ketine, dema serê sibehê dayika Balik diçe serşoka malê, dibîne ku keça wê xwe xeniqandiye û jiyana xwe ji dest daye. Der barê sedema bûyerê de, agahî bi dest neketin.

Cenazeyê Balikê, ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.