AMED - Alîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tûglûk û 3 siyasetmedarên kurd ên di operasyonên li dijî KCD'ê de hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya têkildarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, 10 siyasetmedarên kurd ên di 26'Ê kanûnê di serdegirtina malan de bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatibûn binçavkirin, 5 jê piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Pişît îfadedayîna li dozgeriyê Alîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tûglûk, Cafer Kan, Edîp Yaşar û ABdulbakî Karadenîz bi daxwaza girtînê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Li dozgeriyê karên îfadedayîna Hevserokê HDP'a Amedê Cabar Laygara didome.
Her wiha hat zanîn ku wê Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê û endamê Koma Aşitiyê Seydî Firat, Elvan Baran, Ramazan Ozbek, Halîs Bîlen û Mehmet Baysal sibê sewqî edliyeyê bên kirin.