Siyasetmedarên kurd ji ber faaliyetên KCD'ê hatin girtin

AMED - Alîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tûglûk jî di nav de, 4 siyasetmedarên kurd ên piştî îfadedayînên li dozgeriyê bi daxwaza girtinês ewqî dadgehê hatin kirin, faaliyetên wan î KCD'ê wek hincet hatin nîşandan û hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya têkildarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, 10 siyasetmedarên kurd ên di 26'Ê kanûnê di serdegirtina malan de bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatibûn binçavkirin, 5 jê piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Pişît îfadedayîna li dozgeriyê Alîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tûglûk, Cafer Kan, Edîp Yaşar û Abdulbakî Karadenîz bi daxwaza girtînê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Tûglûk a ewil derket pêşberî dadwer, bi îdiaya "Endamê rêxistinê" hat girtin.

TÛGLÛKÊ DI DEMA PARLEMENTERIYA XWE DE HATIYE GUHDARÎKIRIN

Hat zanîn ku, di navbera salên 2011-2013'an de dema Tûglûkê parlementer û Hevseroka KCD'ê bû, bi awayekî derhuqûqî hatiye şopandin û di van şopandinan de delîlên bi awayekî derhuqûqî hatine berhevkirin û ji ber van delîlan Tûglûkê hatiye girtin. Her wiha di vê serdema ku Tûglûkê parlementer bûye jî, derket holê ku hevdîtinên wê yî telefonan û axaftinên wê yî di civînên KCD'ê de bi awayekî derhuqûqî hatine qeydkirin.

Piştî Tûglûkê, Yaşar, Karadenîz û Kan ê derketin pêşberî dadwer jî bi îdiaya "Endamê rêxistinê" hatin girtin.

Hevserokê HDP'a Amedê Cabar Laygara ê ku anîn edliyeyê jî, hat diyarkirin ku karên îfadedayîna wî didomin.