STENBOL - Rojnameger Ahmet Şik di hesabê xwe yê twitterê de diyar kir ku hat binçavkirin. Hat zanîn ku Şik ji ber nivîsên xwe hatiye binçavkirin.
Rojnameger Ahmet Şik li Stenbolê hat binçavkirin. Ahmet Şik, bi riya hesabê medya civakî Twitterê bi nivîsa "Ez têm binçavkirin. Dê ji ber parvekirina twittê min bibin dozgeriyê." diyar kir ku hatiye binçavkirin. Hat zanîn ku der barê Rojnameger Şik de, ji ber parvekirinên xwe yên Twitterê û nivîsên xwe yên Rojnameya Cumhuriyetê bi îdîaya ''Komara Tirkiye, organên darazê, leşker û polîs biçûkxistiye" û 'propaganda rêxistinê kiriye" lêpirsîn hatiye destpêkirin û bi van îdîayan hatiye binçavkirin.
Rojnameger Ahmet Şik, di Adara 2011'an de, di çarçoveya lêpirsîna doza Ergenekonê de ji aliyê Dozger Zekeriya Oz ê ku ji doza FETO reviya dervê welat hatibû girtin û ligel Rojnameger Nedim Şener 375 rojan girtî mabû.