Bertekên li dijî qeyûm: Ev xesp e

WAN - Parlamentera HDP’ê Bedîa Ozgokçe bertek nîşanî girtina Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya û tayînkirina qeyûm da û bang li gel kir ku xwedî li şaredariyên xwe derkevin.

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe bertek nîşanî girtina Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya û walî Îbrahîm Taşyapan ku ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve hat tayînkirin da û da zanîn ku ew bawer dikin ku dê gelê wan li dijî vê xespê bertekên xwe bînin ziman.

Ozgokçe, bi lêv kir ku gelê kurd çawa di paşerojê de serî ne tewan dê niha jî serî ne tewîne û wiha got: “Em bang li gel dikin ku xwedî li şaredariyên xwe derkevin. Binçavkirina Kaya dij hiqûqê ye. Demek dirêje qeyûman tayînî şaredariyên DBP’ê dikin û dixawzin krîmînalîze bikin. Ev ne rewa ne jî hiqûqî ye. Her çiqas vê bi qanûna re girê didin jî lê li dijî qanûna bingehîne. Li dijî kesên ku bi vîna gel hatin hilbijartin tiştek wiha kirin bêmafiyeke. Bi sucên derew dosyayan amade dikin, beriya 4 salan jî dosya amade kirin û hevşaredarên me girtin niha jî heman dosyane. Ji ber ku biryarek siyasî hatiye dayîn.”

‘TEHEMULA WAN A LI DAXUYANIYÊ TUNE YE’

Ozgokçe, anî ziman ku polîsan tehemulî daxuyaniya ku xwestin li ber şaredariyê bidin ne kirine û wiha pêde çû: “Me xwest li dijî qeyûm bi daxuyaniyekê bertekên xwe bînin ziman. Hemû xebatkarên şaredariyê bi awayekî xwezayî bertekên xwe anîn ziman. Polîsên li derdora me yeksek ketin bexçeyê avahiyê û gotin ‘biryara walî heye, daxuyanî qedexeye’. Anîna ziman a bertek rewa ye lê hêj me ji girseyê re rewş ne vegotibû em wekî hedef nîşandan û êrîş kirin.”

‘BI KEDEK MEZIN XIZMET HAT HILBERANDIN’

Ozgokçe, da xuyakirin ku ev du dewrin şaredariya mezin di destê DBP’ê deye û wiha domand: “Feraseta me ya şaredariyê xwe dispêre gel, şaredariyê ji bo xizmeta gel xebat dan meşandin. Beriya qeyûm bê tayînkirin ligel ku dihat ziman jî me xebatên xwe nerawestandin. Di dema erdhejê de Bekîr Kaya hatibû girtin û em êrîşên ku birin ser gelê erdhej jiyayî jî baş dizanin. Ligel hemû derfetên ku dihatin kêmkirin jî me bi kedek mezin xizmet ji gel re kir.”

‘EZ BANGA XWEDÎDERKETINÊ LI GELÊ WANÊ DIKIM’

Ozgokçe, destnîşan kir ku ew banga xwedîderketinê li gel dike û wiha axivî: “Divê kesên bi hilbijartinê hatine bi hilbijartinê jî biçin a bingehîn eve. Tayînkirina qeyûm bêrêziya li hember sindoqan û mafê gel ê qanûna bingehîne. Ez bawer dikin ku dê gelê me li dijî vê xespê bertekên xwe bînin ziman. Gelê kurd di paşerojê de serî ne tewand û dê niha jî ne tewîne.”