NAVENDA NÛÇEYAN - Sala 2016'an a bi qedexeya derketinên derve û pevçûnên dijwar dest pê kir, bi her awayî bû sala binpêkirinên her cure mafan. 2016 di serî de bajarên hatin rûxandin, şideta giran a dewletê, înfazên bêdaraz, cinayetên karî wek saleke ku her cure binpêkirina mafê jiyanê, azadiya îfade û çapemeniyê, azadiya civîn û xwepêşandanan pêk hatin derbasî dîrokê bû. 2016, bandorên derbeyekê û qanûnên OHAL'ê û bi hezaran binpêkirinên mafan dewrî 2017'an kir.
Tirkiye, piştî derbeya 1980'yî saleke ku herî zêde binpêkirinên mafan pêk hatin li dû xwe hişt û pişt re bajarên bi qedexeyên derketina derve hatin rûxandin, înfazên bêdaraz, cinayetên karî, binpêkirinên mafan û OHAL'ê dewrî 2017'an kir.
Zêdebûna binpêkirinên mafan, bi awayekî girseyî derxistina ji kar, cezakirin û girtin Tirkiyeyê di nezda raya navnetewî de jî tengijand.
BINPÊKIRINA MAFÊN JIYANÊ ZÊDE BÛN
Binpêkirinên mafan ên di saleke dawî de xwe dan der, piştî derbeya 80'yî herî zêde di vê salê de hatin jiyîn.
Bi gulleyên ji ber sedemên cuda ji çekên leşker û polîsan derketin, 341 kes î jiyana xwe ji dest da, 396 kes jî birîndar bûn. Her wiha herî zêde "binpêkirina mafên jiyanê" jî, li bajarên herêmê xwe dan der. Li herêmên sînorî 76 kesî jiyana xwe ji dest da, 160 kes jî birîndar bûn.
Ji ber teqîna bombeyên li Tirkiyeyê û bombeyên zindî, nêzî 200 kesî jiyana xwe ji dest da. Her wiha yên herî zêde jiyana xwe ji dest dan jî leşker bûn.
Di bin çavan de 5 kes mirin. Di nav salê de, 25 kes di encama "kiryar nediyaran" de jiyana xwe ji dest dan. Li girtîgehan 20 kesî ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest da. 3 bûyerên winda an jî windakirinê xwe dan der.
Di encama mayin û bombeyên teqiyan de, 13 jê zarok 17 kesî jiyana xwe ji dest da, 41 jê zarok 51 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Di encama pevçûnên xwe dan der de, 406 jê hêzên dewletê, 605 jê PKK'yî, 29 jê sivîl bi giştî herî kêm hezar û 40 kesî jiyana xwe ji dest da. Di vê serdemê de hezar û 157 kes jî birîndar bûn.
BINPÊKIRINÊN DEMA OHAL'Ê
Hat raguhandin ku, di dema hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê de 246 kes hatine kuştin, zêdeyî 2 hezar kes jî birîndar bûne. Pişt re bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) ên hatin derxistin re zêdeyî 100 hezar peywirdarên cemaweriyê ji kar hatin dûrxistin, nêzî 80 hezar peywirdarên cemaweriyê jî hatin îxrackirin. Bi biryara Lijneya Bilind a Dadwer û Dozgeran (HSYK) re 3 hezar û 698 dadwer û dozger hatin îxrackirin.
Di navbera 15'ê tîrmehê û 10'ê mijdarê de, zêdeyî 90 hezar mirov hatin binçavkirin, zêdeyî 36 hezar kes hatin girtin. Di nav van girtinan de, zêdeyî 2 hezar û 500 dozger û dadwer, zêdeyî 6 hezar û 500 kesên leşker û zêdeyî 7 hezar polîs cih girtin. Di dema OHAL'ê de zêdeyî 100 rojnameger û nivîskar hatin girtin. Niha herî kêm 146 rojnameger û nivîskar di girtîgehê de ne. Hezar û 61 pêşdibistan, saziyên hîndekariyê û lîse, 15 zanîngeh, 113 wargeh û pansiyonên xwendekaran hatin girtin.
Bi KHK'yan 35 navendên tenduristiyê, nêzî hezar û 600 komele û weqf, 19 sendîka hatin girtin. Dema binçavkirinê derket 30 rojî. Herî kêm pasaporta 80 hezar kesî hat betalkirin.
BINPÊKIRINÊN DI WARÊ AZADIYA RAMAN Û ÎFADEYÊ DE
Li Tirkiyeya ku li cîhanê di warê azadiya çapemeniyê de di rêza 151'emîn de ye, herî kêm 172 rojnamger bi hincetên cuda hatin girtin.
Bi KHK'yên bi OHAL'ê re hatin derxistin re; 5 ajansên nûçeyan, 16 televîzyon, 24 radyo, 62 rojname, 19 kovar, 29 weşanxane, bi giştî 155 saziyên çapemeniyê hatin girtin. 12 TV û 10 radyo jî bi KHK'ya jimare 668'an hatin girtin. Di vê pêvajoyê de bi giştî 177 saziyên çapemenî û weşanê hatin girtin.
Di serî de înternet, gelek amûrên ragihandina girseyî hatin sînordarkirin. Di sala 2016'an de malperên ji bo gihandinê hatin astengkirin 116 hezar û 126 in.
GIRTÎGEH JÎ BÛN NAVENDÊN BINPÊKIRINA MAFAN
Di 11 mehên ewil ên vê salê de li girtîgehan bi sedemên cur bi cur 32 kesî jiyana xwe ji dest da. Hat tespîtkirin ku di sala 2016'an de 200 hezar kes tên ragirtin. Di nav vana de, hezar û 664 jê girtî û 790 zarokên hikumxwar hene.
331 JÊ GIRAN 926 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE
Li girtîgehên Tirkiyeyê 331 jê giran, 926 girtiyên nexweş hene.
BINPÊKIRINÊN DI JÎNGEHA KEDÊ DE
Di sala 2016'an de li gor qeydan, hejmara karkerên jiyana xwe ji dest dan hezar û 926 e. Ji yên jiyana xwe ji dest dan 651 jê karker û karmend, 278 jê cotkar û esnaf in. Herî zêde di qada înşaatê de karker jiyana xwe ji dest dan; 56 jê zarok, 96 jê jin û 96 jê karkerên penaber.
Heta îlankirina OHAL'ê di mehê de bi nêvengî mirina karkeran li dor 154'an bû, lê piştî OHAL'ê ev hejmar derket 177'an.
MAFÊ CIVÎN Û XWEPÊŞANDANAN HATIN ASTENGKIRIN
Di encama mudaxileyên hêzên dewletê de yên li dijî civîn û xwepêşandanan de, nêzî hezar û 500 kes birîndar bûn, 352 mîtîng, civîn û xwepêşandan jî rastî mudaxiliya polîs û leşkeran hat.
LI HERÊMÊ BINPÊKIRINÊN MAFAN
Di sala 2013'an de bi pêvajoya çareseriyê ya li ser banga Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan dest pê kir re, bi awayekî qismî be jî li herêmê binpêkirinên mafan kêm bûbûn, lê ji nîveka 2015'an û vir ve binpêkirinên mafan ên li herêmê yên salên 90'î jî derbas kirin. Ji 16'ê tebaxa 2015'an heta kanûna 2016'an li Amedê 71, li Mêrdînê 18, li Colemêrgê 11, li Şirnexê 13, li Mûşê 2, li Çewlîgê 2, li Xarpêtê 1 û li Dersimê 1 bi giştî li 9 bajar û 35 navçeyan li gor tespîtên fermî herî kêm 121 carî qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Di dema van qedexyan de herî kêm milyon û 671 kes ji mafên xwe yî bingehîn ên jiyanê û tenduristiyê hatin mehrûmkirin.
Li gor hejmarên fermî, di dema van qedexeyan de herî kêm 321 sivîlî jiyana xwe ji dest da. Ji vana 79 jê zarok, 71 yek jê jin in.
Di dema qedexeyên derketina derve de, ji ber dorpêçkirin û rûxandinê herî kêm 500 hezar mirov bi zorê hatin koçkirin. Di sala 2016'an de hejmara cerdevanan zêde bû û herî dawî dewletê daxuyand ku ew ê 20 hezar cerdevanên din jî bigirin.
Di çarçoevya "plana rûxandinê" de, binçavkirin û girtin xw egihandin hevserokên partiyan, parlementeran û hevşaredaran. Di sala dawî de 15 hezar kes hatin binçavkirin û herî kêm 6 hezar kes jî hatin girtin.
Tevî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê, 12 parlemnter û zêdeyî 50 hevşaredarên şaredariyên DBP'î hatin girtin. Her wiha li şûna hevşaredarên hatin girtin jî, qeyûm hatin tayînkirin.