Girtî rastî şideta gardiyanan tên

AMED - Li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê ya ku bi OHAL'ê re binpêkirina mafan lê zêde bû hat zanîn ku, girtî rastî şideta fîzîkî û devkî ya gardiyanan hatine.

Neredeyse hergün tutuklanmaların yaşandığı bölge cezaevlerinde yer kalmazken, hak ihlallerindeki artış da sürüyor. Zekeriya Gezer ê dema li Zanîngeha Dersimê Beşa Wêjeyê dixwand û hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E a Xarpêtê, di dema hevdîtinê de bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragiahndin. Gezer diyar kir ku, li gel heqaretê, ew rastî şideta fizîkî û devkî ya gardiyanan tên. Gezer got, ew li qawîşên 6 kesî, 12 kes dimînin û cihê wan î razanê tune ye û ragihand ku, bi OHAL'ê re binpêkirina mafan zêde bûye.

‘HEQARETÎ ME JÎ DIKIN'

Bav Yahya Gezer diyar kir ku, dema ew diçin girtîgehê gardiyan li hemebrî wan jî bi awayekî tund tevdigerin û got, ew li dijî vê derketiye û xwestiye bi mudurê girtîgehê re hevdîtinê pêk bîne. Gezer ragihand ku, piştî kurê wî binpêkirênên ew rastî wan tên wî ji gardiyanan re gotiye, "ez ê giliyê we bikim" û got gardiyanan jê re gotiye: "Li kuderê dikî bike."

Gezer diyar kir ku, ew ê têkidlarî mijarê serî li saziyên eleqdar bide û wiha axivî: "Belheq û belasebeb kurê ming irtin. Li zanîngehê sala wî ay dawî bû, wî girtin û şandin girtîgehê. Destûrê nadin kurê min û hevalên wî têkevin ezmûnan jî. Tim rastî êrîşên fîzîkî û devkî tên. Min xwest bi mudur re hevdîtinê pêk bînim, lê belê nehiştin. Bi temamî sepandinên kêfî hene. Dema em diçin hevdîtinê heqaretî me jî dikin, hem jî bi awayekî rihet. Ev jî îşkence ye. Hem vê li malbatan, hem jî li girtiyan dikin."