AMED - Alîkarê Serokê DÎTAM’ê û berdevkê Tora Aştiya Civakî Mehmet Vûral ku tevî 52 saziyên civakî deklerasyona aştiyê belav kiribûn, diyar kir ku, armanca wan ew e ku di navbera heremê û Rojavayê Tirkiyê de pira çareseriyê ava bikin û wiha got : “Pêwîst e demildest şer bê rawestandin û alî bên cem hev û biaxivin.”
Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) di çarçoveya projeya “Tora Demokrasiya Pirjimarî û Wekhev” bi tevlîbûna 52 saziyên civakî û gelek şexsiyet û ronakbîran “Tora Aştiya Civakî” ava kirin. Ev platform bi boneya şerê niha li Tirkiyê tê meşandin bê rawestandin û dîsa alî veguherin pêvajoya çareseriyê deklarasyonek bi raya giştî re parve kiribûn. Alîkarê Serokê DÎTAM’ê û berdevkê “Tora Aştiya Civakî” Mehmet Vûral têkildarî mijarê ji dîhaberê re axivî. Vûral diyar kir ku, di bin navê DÎTAM’ê de bi sala ye li gel saziyên civakî yên heremê xebatên ji bo demokrasî û aştiyê didin meşandin û got, ji bo ew ê çawa şer bidin rawestandin û aştiyek mayînde pêk bînin deklarasyona xwe bi raya giştî re dan parvekirin. Vûral da zanîn ku, ew ji bo ku dê çawa hêzên saziyên civakî yên Rojavayê Tirkiyeyê û bajarên heremê bînin gel hev hedef dikin ku nêzî 200 torekê ava bikin.
‘ARMANCA AVAKIRINA PIREKÊ YE’
Vural dest nîşan kir ku, ew armanc dikin ku di navbera saziyên rojavayê Tirkiyeyê û heremê de bibin pira diyalogê û wiha got: “Ev bû nêzî du sala ye di nav civakê de şerek cidî tê meşandin. Dema mirov li daneyên fermî dinêre piraniya wan jê zarok û jin, 10-12 hezarî welatî jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmareke pir zêde ye. Kes ango aliyên di vi warî de biserkevin nînin. Derdê me ew e ku em aliya vexwînin aqlîselîmiyê. Ji bo em çekan ji holê rakin û dawî li pêvajoya şer û pevçûnan bînin, armancek me ya cidî heye. Dema em îro lê dinerin bidawîkirina şer zehmet e, lê bes em ê biceribînin û daxwaz bikin ku ev şer bi dawî bibe.” Vûral anî ziman ku, piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê bi pêkanînên OHAL’ê re di asta herî jor de binpêkirina mafan pêk tê û ev tişt gotin: “Bi vê re girêdayî bi sedan saziyên civakî hatin girtin û ji holê hatin rakirin. Saziyên civakî yên heyî jî bi çewisandinê re rû bi rû mane. Li gel van hemû pêkanîn jî divê saziyên civakî û ronakbîr dikaribin biaxivin û gotinên xwe bibêjin. Eger ku ev alî biaxivin û xebatên xwe dikaribin bidin meşandin, dê ev agir bê vemirandin û şer bi dawî bibe.”
‘ÇARESERÎ BI TUNEKIRINÊ Û XERAKIRINÊ PÊK NAYÊ’
Vûral anî ziman ku, di pêvajoya çareseriyê de “her du alî” jî rola xwe nelîstin û wiha axivî: “Eger ku her du alî jî samîmî tevbigeriyanan dê îro em di qonaxek cuda de bibûna. Lê ev rastiyek e em ji kê dera zerarê bizîvirin dê ji bo me bibe kar. Em çiqas dikaribin jiyana mirovan rizgar bikin dê ji bo civakê bibe karek baş û xweş. Pêwîste ev şerê 30 salî yê li ser vê axa pîroz pêk tê bi dawî bibe û aştî û çareserî bikaribe biaxive. Lê ev pirsgirêk bi xerakirin, şewitandin û tunekirinê nayê çareserkirin. Lê wê di dawiyê de jî aqlîselîmî ava bibe û hevdîtin pêk werin. Beriya ku alî bên cem hev û li ser maseyan muzakereyan bikin, divê dawî li vî şerê qirêj bê. Divê baş bê zanîn ku jiyana mirovan ne erzan e. Her sal di şerê ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin de wek dinyayekê jî ziyana madî pêk tê. Ji bo vê yekê pêwîste demildest şer û çek ji holê bên rakirin. Em bi vê fikrê bawer in.”
‘DIVÊ DEMILDEST DEWLET GAV BIAVÊJE’
Vûral dest nîşan kir ku, pêwîste dewlet ji bo her welatî û netewên li vî welatî dijîn wekhev tevbigere û got, ji bo aştî û çareseriyê ew li bendê ne ku dewlet gavan biavêje. Vûral got, lazim e dewlet dev ji çekan berde û ji bo çareseriyê bikeve nav liv û tevgeran.
‘ÊRÎŞÊN SIYASÎ RIYA ÇARESERIYÊ DIXETIMÎN E’
Vural balê kişand êrîşên li ser HDP, DBP û saziyên civakî û wiha domand: “Êrîşên li dijî partiyek siyasî ya legal nayên qebûlkirin. Hedefgirtina van partiyan ‘Ne têkoşîna li dijî terorê ye’ navê vê bi temamî tunekirin û fetisandin e. Bi tunekirina mirovan çareserî pêk nayê û ev ne çareserî ye. Vê partiyê dengê 6 milyom hilbijêr wergirtiye. Jiholêrakirina partiyeke siyasî pêşîlêgirtina siyaseta demokratîk e. Ev partiya ku rastî êrîşên giran tê, wek ku her kes dizane di dema pêvajoya aştiyê de navbeynkariya avakirina çareseriyê bû. Dema heyeta navbeynkar ji holê bê rakirin, dê hemû reh bên birin. Lazim e ku ev heyet bê parastin ku çareserî pêk bê.”
‘ÇARESERÎ MUZAKEREYA ALIYAN E’
Vûral herî dawî bi bîr xist ku, ew ê encamên xebatên xwe bi raya giştî ya Ewropa û welatên din re jî parve bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çareserî pêkhatina aştiya civakî ya adil e. Pêwîst e demildest dawî li şer bê û alî bên gel hev û dest bi muzakereyan bikin.”
Bîlal Guldem - dîhaber