AMED - Ji Midûrê Karê Nivîsan ê Azadiya Welat ku hat girtin, Îsmaîl Çoban re 2 sal 4 me cezayê girtîgehê hat birîn.
Rûnişatina biryarê ya doza Midûrê Karê Nivîsan a Rojnameya Azadiya Welat ku yekane rojnameye bi zimanê kurdî li Tirkiyeyê derdikeve û di 29’ê Cotmehê de bi biryaranameya KHK’ê hat girtin, Îsmaîl Çoban ji ber hêjmara rojnamê ya ku di 21’Ê Sibata 2014’an de gerketiye û bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” kiriye dihat darizadin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Çoban ku bêgirtin dihat darizandin tevlî rûniştinê nebû tenê parêzerên wî tevlî bûn. Ji ber heyeta dadgehê hat guhertin tutanak hat xwendin û piştre dozgerê dozê mutalata bingehîn pêşkêş kir. Dozger diyar kir ku sucê propagandaya rêxistinê hatiye kirin û xwest Çoban bê cezakirin.
Parêzer Resul Tamur li hemberî mutalayê parastin kir û wiha got: “Muwekîlê min ji di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de nûçeyên ku nuçegihanên wî û ajansan amade kirine di rojnamê de weşandine. Rojnamê nûçeyên xwe di çarçoveha agahî girtin û dayînê ya mafê azadiyê de dayîne. Rojname ne ketiye nava pesndayîna tiştên kut ê gotin û divê derbarê naveroka nûçeyê de ka çalakiyek heye yan na lêkolînek bê kirin. Divê di çarçoeya biryara DMME’yê ya derbarê azadiya çapemeniyê de bê nirxandin û ev yek ne sûce. Ez berata muwekîlê xwe dixwazim.”
Dadgeha ku biryara xwe aşkera kir, da zanîn ku Çoban sûcê “propagandaya rêxistinê” kiriye. Dagdehê bi hinceta sûc bi riya çapemeniyê kiriye 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Çoban birî. Parêzerê Çoban dê biryarê bibe temyîzê.