ÎZMÎR - Xwendekara Beşa Matematîkê ya Pola 1'emîn a Zanîngeha Sitki Koçman a Mûglayê Evîn Aslan, ji ber dîroka rojbûyîna xwe 7 meh in bi îdiaya "Endamê rêxistinê" li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tê ragirtin.
Xwendekara Beşa Matematîkê ya Pola 1'emîn a Zanîngeha Sitki Koçman a Mûglayê Evîn Aslan, ji ber dîroka rojbûyîna xwe 7 meh in bi îdiaya "Endamê rêxistinê" li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tê ragirtin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê hat destpêkirin de, di 6'ê adara 2016'an de saet di 16.30'an de li Qosera Mêrdînê bi îdiaya PKK'yî ne, ji aliyê Fermandariya Qereqola Gursel Hudûdê 4 kes hatin girtin. Li ser 4 kesên hatin girtin du dîskên flaşî hatin dîtin û di van flaşan de di dosyeya bi navê "Şervîn.docx"ê de, "Rapora salane ya Komîteya Rêvebirinê ya PKK'ê" ya di 20'ê sibata 2016'an de hatiye nivîsandin û "Rapora mehane ya Komîteya Rêvebirina Komeleyên Ciwan" a di 21'ê sibata 2016'an de hatiye nivîsandin cih girtin. Evîn Aslan a dema di 26'ê gulana 2016'an saet di 09.50 de li otobêsa aîdî Mersîn Seyahatê tevî diya xwe Yeter Aslan rêwîtî dikir, bi hinceta van dosyayên wordî yên di dîska flaşî de hat binçavkirin.
Aslan di îfadeya xwe yî li nivîsgeha Dozgeriya Tarûsê ya bi rêya SEGBÎS'ê de da, diyar kir ku, ew tiştên bi wan tê tawanbarkirin bêbinî ne û dest nîşan kir ku, eleqeya wê bi tu rêxistinî re tune ye. Piştî îfadeya Aslanê, 4'emîn Dadweriya Cezayê Sulhê ya Îzmîrê, li gor naveroka wan raporên di dîskên flaşî de bi îdiaya "Endamê rêxistinê" biryara girtina Aslanê da û ew şandin Girtîgeha Jinan a Tarsûsê.
DIBE KU ŞERVÎN, EVÎN BE!
Di îddianameya ji aliyê Muduriyeta Polîsan a Îzmîrê ve hat amadekirin û berpêşî Serdozgeriya Komarê hat kirin de, bêyî tu guherînan hat qebûlkirin. Di îddianameyê de hat gotin ku, raporên bi navê "Şervîn" ên hatin bi dest xistin dibe aîdî Evîn Aslanê bin û bi vî awayî bi "Endamtiya rêxistinê" cezakirina wê hat xwestin. Aslan a ku di 27'ê tîrmehê de derket pêşberî dadgehê, îdiayên bi wan tê tawanbarkirin qebûl nekirin û got, bi meha ye ji ber şibandina dîroka rojbûyîna wê ew li girtîgehê tê ragirtin û ji ber vê, ew ê êdî li dadgehê parêziyê neke û êdî beşdarî rûniştinan nebe.
DÎROKA ROJBÛYÎNA WÊ BÛ HINCETA GIRTINÊ!
Parêzer Seda Tanrikûlû diyar kir ku, tenê dîroka rojbûyîn û hejmara xwişk û birayên Aslanê dişibin îfadeyên di raporê de û wiha got: "Bavê Evînê 10 sal berê wefat kiriye. Lê belê, di belgeya tê behskirin de kes behsa despotiya bavê xwe dike. Ev bi xwe jî nîşaneya ku ew nivîs ne aîdî Evînê ye. Têkildarî tawanbariyên di îdianameyê de tên diyarkirin de, tu delîl tune ne."