Jinên girtî pêkûtiyên rastî wan tên vegotin

STENBOL - Jinên grtî yên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimînin, pêkûtî û çewsandinên rastî wan tên bi rêya nameyên şandin vegotin. Jinan got, li hemû girtiyên nû tên lêgerîna tazî tê ferzkirin.

Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê dimînin, binpêkirinên mafan ên rastî wan tên bi rêya nameyên şandin vegotin.

Jinan diyar kir ku, gardiyan ji bo hejmarê bi awayekî qelebalix dikevin qawîşan û bi awayekî qebe tevdigerin û her dixwazin rageşiyê derxînin û anîn ziman ku, jina bi navê Sakîne ya extiyar ku di demeke nêz de hatiye girtin, dema wê anîn girtîgehê lêgerîna tazî lê ferzkirine û gotin, hemû jinên nû tên rastî vê sepandinê tên.

Jinan di nameyê de diyar kir ku, ji bo jinên girtî yên siyasî qawîşeke nû hatiye vekirin û hemû jinên sewqî vê qawîşê tên kirin, eşyayên wan di amûra X-Rayê re tên derbaskirin û piştî vê derbaskirinê piraniya eşyayên wan li wna nayê vegerandin û gotin, di nav eşyayên nayên dayîn de, balîf, doşek û hwd. hene. Jinan anî ziman ku, qawîşa nû hatiye vekirin li blokeke cuda ye û di navbera du qawîşên edlî de ye û gotin, jinên li vir girtî bi awyaekî devkî rastî museletiya girtiyên edlî tên. Jinan di nameyê de got, di qawîşa nû de, piraniya kesên nû hatine girtin tên bicihkirin û li wir rastî çewisandin û pêkûtiyan tên.

BI CEZAKIRINÊ GEFAN LI WAN DIXWIN!

Jinan dest nîşan kir ku, kesên nû tên girtin, rêveberiya girtîgehê wan dixin qawîşên ku jê re dibêjin "serbixwe" û ji wan r edibêjin, liv ir "girtiyên siyasî tune ne" û diyar kir ku, gelek girtiyên siyasî li qawîşên "serbixwe" û edlî tên ragirtin. Jinan anî ziman ku, kesên di demên dawî de tên girtin piraniya wan rastî sepandina gardiyanan a "rabe-rûnê" tên û gotin, kesên dixwazin derbasî qawîşên siyasî bibin jî bi cezakirinê gef li wan tên xwarin.

Her wiha jinan diyar kir ku, kesên ji bo venêrîna tenduristiyê dibin jî, muayenekirina bikelepçe li wan tê ferzkirin û li odeyan leşker radiwestin.