Ji neçarî li ber ronahiya telefonê por diqusîne!

COLEMÊRG - Li navçeya Geverê pirsgirêka ceyranê ku bi sala ye berdewam dike, bi hatina zivistanê re ev pirsgirêk zêdetir bû. Berberê bi navê Orhan Altun ê ku ji ber ceyrana her 5 deqîqeyê careke diçe û tê, ji neçarî li ber ronahiya telefonê parê muşteriyan diqusîne bertek nîşanî vê rewşê da.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi hatina zivistanê re ji ber pirsgirêka ceyranê ya bi salan e berdewam dike, welatî rastî zor û zehmetiyan tên. Pirsgirêka ceyranê zêdetir li taxên wek Cûmhûriyet, Kişla, Orman û Gungora yên ku ji ber qedexeya derketina derve ya 79 rojan, wêranbûnek mezin li wan pêk hatibû xwe dide der û di demên pêş de jî, heman pirsgirêk li taxên wek Esentepe, Yenî, Yeşildere û Esenyurtê jî tê jiyîn.

TRAFO YEK BI YEK DIŞEWITIN

Ji ber ceyrana ku hin caran bi voltajek bilind hin caran jî bi voltajek kêm tê dayîn, gelek amûrên elektronîk dişewitin û yek bi yek agir bi trafoyên taxan dikeve. Bi taybetî danê êvarê her 5 deqîqeyê careke ceyran diçe û tê, ji ber vê esnafên ku birînên xwe yî wêrankirina bajêr dipêçin, gelek zirar dibînin.

TRAŞA LI BER RONAHIYA TELEFONÊ!

Berberê bi navê Orhan Altun ê li navenda çarşiyê kargeha wî heye û ji ber ceyranê mexdûr dibe ,bi taybetî danê êvarê ji ber qutbûna ceyranê li ber ronahiya telefonan muşteriyên xwe traş dike. Altun ê bertek nîşanî vê rewşê da bi van gotinan behsa pirsgirêka ew rastî wê tên kir: “Rojê herî kêm 50 carî ceyran diçe û tê. Nexwe bi voltajeke kêm didin. Muşteriyên me carinan bi saetan li ser qoltixê dimînin. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin, rayedar çareseriyekê bibînin.”

TEDAŞ: PIRSGIRÊKÊN SALANE BERDEWAM DIKIN

Ji ber pirsgirêkê welatiyên gelek caran li rayedarên TEDAŞ’ê digerin jî, lê bersivek têrker nikarin bigirin. Rayedarên TEDAŞ’ê şertên zivistana zehmet û pirsgirêkên binesaziyê wek hincet nîşan didin.