MÛGLA- Li Bodrûmê, welatiyan maleke vala û wêrankirî, ji bo zarokan veguherandin pirtûkxaneyê. Welatiyên ji bo pirtûkxaneyê li ser civaka medyayî kampanya dan destpêkirin û di demekê de zêdeyî 4 hezar pirtûk berhevkirin.
Li Gundê Peksîmetê yê Bodrûma Mûglayê, welatiyên dildar maleke terkkirî û wêranbûyî selihandin û ji bo zarokan veguherandin pirtûkxaneyê. Ji bo selhidanina malê welatî bi awayekî kolektîf tevgeriyan û ji bo pirtûkxaneyê ava bikin, li ser medyaya civakî kampanya dan destpêkirin û di demeke kurt de zêdeyî 4 hezar pirtûkên zarok û çîrokan berhve kirin. Her wiha navê Ada Ûz (10) ê di encama qezaya trafîkê de 17 rojan ji bo jiyînê li ber xwe da û jiyan xwe ji dest da, li pirtûkxaneyê hat kirin.
‘ZAROKA TEŞWÎQÎ XWENDINÊ DIKE'
Wênesaz Mîne Aslan dîwarê pirtûkxaneyê boyax kirin û zemîna pirtûkxaneyê jî bi awayekî palûteyî ji aliyê niştecihên taxê ve hat çêkirin. Pirtûkên zêde yên ji bo pirtûkxaneyê hatin berjevkirin jî, wê ji bajarên kurda yên dibistan û pirtûkxaneyên wan hatin rûxandin bên şandin. Di vekirina pirtûkxaneyê de Peykertraş Ferîdûn Yildiz ê kedeke wî ay mezin heye diyar kir ku, pirtûkxane di encama xebateke kolektîf de derketiye holê û gotî pirtûkxaneyeke aîdî zarokan, wê wan bêtir teşwîqî xwendinê bike.
‘WÊ HIN PIRTÛK JI BAJARÊN KURDA RE BÊN ŞANDIN'
Yildiz dest nîşan kir ku, piştî avakirina pirtûkxaneyê wan kampanyaya pirtûkan daye destpêkirin û wiha got: "Di serî de hunermend Nejat Îşler ê li Bodrûmê dijî û gelek hunermandan ji bo zeximkirina kampanyayê tevgeriyan. Di demeke kin de me zêdeyî 4 hezar pirtûk berhev kirin. Em ê hin pirtûkên li pirtûkxaneya xwe ji dibistan û pirtûkxaneyên li Amed û Mêrdînê hatin rûxandin re bişînin. Tenê em ê ne pirtûkan, malzemeyên kirtasiye û dibistanê jî jiz arokên li bajarê kurdan dijîn re bişînin."
'DIVÊ JI ZAROKATIYÊ VE HEZKIRINA PIRTÛKAN LI KESAN BÊ ENJEKTEKIRIN'
Yildiz dest nîşan kir ku, beriya pirtûkxane bê vekirin, piraniya zarokan wextê xwe li ber televîzyon û kompîturê derbas dikir û got, piştî pirtûkxane hat çêkirin, zarok dema ji dibistanê vedigerin berê xwe didin pirtûkxaneyê. Yildiz wiha axivî: "Zarokan serokê pirtûkxaneyê jî hilbijart. Sererastkirin û pqaijkirina pirtûkxaneyê ew bi xwe dikin. Karên bi vî rengî bîrbiriyê li zarokan peyda dike. Ji bo em Ada Ûz jî ji bîr nekin, me navê wî li pirtûkxaneyê kir. Ji bo hînbûna pirtûkan li nifşekî din bê guahstin, teqez divê ji zarokatiyê ve hezkirina pirtûkan li kesan bê enjektekirin."
‘JI BER PIRTÛKXANEYEK ME ÇÊBÛ EM KÊFXWEŞ IN'
Hatîce Taş a xwendekara pola 6'emîn wiha got: "Berî pirtûkxaneya me hebe, me hemû dema xwe vala derbas dikir. Ji ber xwişk û birayên me yî ji me biçûktir hene, me bi rihetî niakribû li malê li dersan bixebite. Em li pirtûkxaneya xwe hem pirtûkan dixwînin, hem jî spratekên xwe çêdikin. Ji ber pirtûkxaneyek me çêbû em kêfxweş in."