Dijberî mirinên penaberan Komele Jiyana Mirovane ava kirin

MUGLA - Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiya Navneteweyî (ÎOM) piştî şerê li Sûriyê dest pê kir, kesên ji Sûriyê koçber bûn û xwestin di Bodrumê re biçin Ewropa piranî jê zarok hezar û 342 welatiyên penaber di deryaya Egeyê de xeniqîn. Komek dildar, dijberî mirinan li deryaya Egeyê Komeleya Jiyana Mirovane ava kirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiya Navneteweyî (ÎOM), ji penaberên ku ji ber şerê Sûriyê koç kirin û xwestin di Bodrumê re derbasî Ewropa bibin
hezar û 342 kesan di deryaya Egeyê de jiyana xwe ji dest dan. Komek kesên ku li ser medyaya civakî tora alîkariyê avakirin kampanya alîkariyê dan destpêkirin. Di kesên ku di deryaya Egeyê de jiyana xwe ji dest da û pêlên deryayê ew avet qiraxên deryayê yek jê Alan Kurdî bû. Wêneyên Alan Kurdî yê Kobanê demek dirêj bû rojeva Tirkiye. Koma ku li ser malperê tora alîkarîyê avakirin, di bin baneyê Komeleya Jiyana Mirovane de li hev kom bûn. Sazumankarê Komeleya Jiyana Mirovane ku bi armanca li hemberî van mirinan bêdeng nemînin, dest bi xebatê kirin. Rêveberê Komeleyê Fahri Uzumcu diyar kir ku bi dildarî û rêbaza hevkariyê dixebitin.

‘ME BI FONÊN YE'ê DEST BI XEBATAN KIR'

Uzumcu, anî ziman ku wan di sala 2015'an de ku krîza penaberan pêş ket dest bi xebatan kirin û wiha got: "Piştî Alan Kurdî ji her derê alîkarî û piştgirî ji mere hat. Gelek kesên ji îngîlîstan Fransayê jî piştgirî dan. Niha Saziya Alîkariya Navneteweyî û Yekîtiya Ewropa bi fonan piştgiriyê dide me. Em bi van fonan bêtir xwe digînin mirovan Piştî Alan Kurdî di deryayê de xeniqî alîkariya ji bo komeleyê zêdetir bû. Bi riya medya ceivakî me bêtir xwe gîhand torek mezin. Di salekê de me alîkariya xwarinê da 50 hezar kesan. Alîkariya cilan da 10 hezar kesan. Dema ku alikarî û pişytevanî zêde bû, me yên zêde şandin ji penaberên Kampa Penaberan a Torbali ya Îzmirê û kampa penaberan a Pirsûsa Rihayê. Piştî mirina Alan Kurdî me di qada navneteweyî de dest bi bexatên girîng kir. Armanca me em bêtir alîkariyê bi penaberan re bikin."