REQA - Şervan û rojnamegerê hêzên Sutoroyê Lîbarya Hasekê yê di operasyona Reqayê de cih digire wiha got: "Niha dîrok berovajî bû. Bindest, gel û bawarî ji bo jiyana hevpar têdikoşin."
Şervan û rojnameger Lîbaryo Hasekê yê di nava Meclîsa Leşkerî ya Suryanî (Sutoro) ya di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de digire û operasyonê bi dorpêçkirina keleha Caberê ya 5 kîlometre bakurêrojavayê Tabkayê de cih digire ve berdewam dike, diyar kir ku gelên suryan ji bo ku qedera xwe ya sedan salan biguherînin têdikoşin, ew hem li dijî DAIŞ'ê şer dike hem jî pêkanînên wan teşhîr dike.
LI DIJÎ NASNAMEYA CUDA ÊRÎŞ
Hasekê diyar kir ku wî di merhaleya yekem a Reqayê de jî cih girtiye û xwe wekî rojnamegerê hêzên Subortoyê pênase dike. Hekesê destnîşan kir ku ji bo gelê suryan ên li Reqayê di bin zilma DAIŞ'ê de ne xilas bike di operasyonan de cih girtiye ji ber ku nasanmeya wan cuda ye her tim rastî êrîşan hatine ligel ku sedan sal derbas bûye jî ev tablo neguherî ye.
Hasekê da zanîn ku hem şerkirin hem jî rojnamegerî zehmet e, gelên suryan, asurî û keldanî ji bo qedera xwe biguherînin şer dikin û wiha berdewam kir: "Ez li vir rola ku dikeve li ser milê min dilîzim. Nûçegihanê şer im. Hem bi şer hem jî bi çapemeniyê em zilma DAIŞ'ê teşhîr dikin."
DÎROK LI BINDESTAN VEGERIYA
Hasekê got ku ew ê mozaîka gelan a li Sûriyeyê biparêzin û ew jî ji rengên cuda yê Sûriyeyê ne, bi çanda xwe ve xwe dispêrin jiyanê, piştî şoreşa Rojava her tişt ji bo wan jî hatiye guhertin. Hasekê destnîşna kir ku mafên wan ên bi selan salen e ji wan hatine girtin paşve digirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Rejîma Sûriyeyê çiqas tiş anî serê kurdan em jî ewqas kişandiye. Ji bo ku cuda bikin çi ji destên wan hat kirin. Lê niha dîrok berovajî bû. Bindest, gel û bawerî ji bo hevrejiyanê têdikoşin. Em li dijî DAIŞ a ku dixwaze vê xira bike şer dikin. Heta em ser kevin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."