AMED - Welatiyên sivîl ên ku li navçeya Sûrê di "qedexeya derketina derve" de 104 rojan asê man di doza ku tên darizandin de îşkenceya ku dîtin vegotin. Keça Fatma Ateş a ku ji ber guleya hewanê birîndar bû û nebirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da Sînem Ateş wiha got: "Ligel ku dihat zanîn em sivîl ir jî mala me hat bombebarankirin. Ji ber ku em li mala xwe ya Sûrê bûn tên sûcdarkirin. Li Sûrê li dijî mirovahiyê sûc hat kirin." Der barê 20 kesan de bi sûcdakirina "yekîtiya dewletê xira kirine" muebeta girankirî, der barê 20 kesên ku di nav de Mazlum Dolan jî heye de jî "endamtiya rêxistinê" "propagandaya rêxistinê kirine" "li dijî qanûna civîn, meş û xwepêşandanan derketine" ceza tê xwestin. Bersûcan di dozê de bi kurdî parastina xwe kirin.
Bersûcan bi riya wergên îfadeyên xwe dan û diyar kirin ku di şer de cih negirtine ji ber pevçûnan li wir asê mane, sûcdarkirinên der barê wan de qebûl nekirin. Ahmet Karatay di parastina xwe de wiha got: "Mala min li Sûrê ye. 70 rojan ez li wir asê mam. Guleya topê li mala min ket. 4-5 ciwan hatin, min xilas kirin. Ji saya wan niha ez dijîm. Ez sûcdarkirinan û îfadeyên li ser min hatine dayîn qebûl nakim."
'LEŞKERAN BI PEHÎNAN VE LI SERÊ MIN XISTIN'
Girtiyê bi navê Bedrî Oguz jî wiha got: "Nexweşiya dil û tansiyonê bi min re heye. Ez nizamin li qereqol û dozgeriyê çi îfade daye."
Cengîz Abîş jî di îfadeya xwe de wiha got: "Piştî ku em ji Sûrê derketin leşkeran em teslîmî polîsan kirin. Polîsan îşkence li min kirin. Ji ber ku bi pehînan li serê min xistin ez ji ser xwe çûm. Min rakirin nexweşxaneyê."
Girtiyê bi navê Dilşad Şengul jî ji ber ku parêzerê wî Hevserokê HDP'ê yê Amedê Cebbar Leygara hate girtin nekarî îfade bide.
Emîne Abîş li ser pirsa dadger a "Çima tu li Sûrê derneketî" parastina "MAla min li wir e, ez li wir ji dayik bûm û mezim bûm. 5 zarokên min hene. Ji ber ku girtî me ez û zarokên min mexdûr in. Ez tehliyeya xwe dixwazim."
'TOPA HEWANÊ AVÊTIN MALA MIN'
Hevserê Fatma Abîş a li Sûrê ji ber topa hewanê jiyana xwe ji dest da Fahrettîn Ateş jî di parastina xwe de wiha got: "Guleya hewanê li mala min ket. Hevsera min saet di 13.30'an de bi giranî birîndar bû. Ligel ku me agahî da walîtiyê jî saet di 16.00'an de hatin. Bermahiyên teqemeniyê ji ber topa hewanê ya avêtin mala min maye."
'BI ÎŞEKNECEYÊ ÎFADE HATIYE GIRTIN'
Parêzer Muharrem Erbey ê di dozê de mafê axaftinê girt diyar kir ku girtekên teşhîskirinê derveyî qanûnan û li dijî usulê hatine berhevkirin û xwest ku ev delîlên ne li gorî hiqûqê hatine komkirin ji dosyayê bên derxistin. Erbey got ku îfadeyên ku bersûcan li ser hevdane ji ber ku ne li gorî berjewendiyan e xwe ji parêzeriya Bedrî Oguz vekişand.
Parêzerê Baran Arslan, Lezgîn Baybaşîn jî got ku îfadeyê muwekîlê wî di bin îşkenceyê de hatiye girtin.
Piştî navbera nîvro, Senîha Surer bi riya wergêr îfadeya xwe da û wiha got: "20 sal in ez li Sûrê dijîm. Di qedexeya yekemîn de ez ji Sûrê derketim lê deriyê mala me hatiye şikandin û tiştên me hatin dizîn. Ji ber vê yekê ez di qedexeya duyemîn de derneketim."
'HEM MALA ME XIRAKIRIN HEM JÎ DAYIKA MIN KUŞTIN'
Keça Fatma Ateş a jiyana xwe ji dest dabû, Sînem Ateş jî di parastina xwe de wiha axivî: "Ez xalên di aleyhê xwe de qebûl nakim. Piştî ku ez hatim girtin der barê min de îfade hatiye dayîn. Di van îfadeyan de nakokî heye. Ez li Sûrê ji dayik bûm. Dema qedexeyê me daxwaznameyên ku em li Sûrê ne da. Ligel ku dihat zanîn em sivîl in jî mala me hat bombebarankirin. Di 1992'yan de ji ber ku gundê me hate şewitandin em li Sûrê bi cih bûn. Ji ber ku jibilî vê mala me tuneye em derneketin. Li Sûrê tiştekî ku li cihanê nehatiye jiyîn qewimî. Hem dayika min jiyana xwe ji dest da hem jî mala me hate xirakirin. Niha tiştekî me nemaye. Ji ber ku mala me li Sûrê ye em tên sûcdarkirin. Ji ber ku bombe avêtin mala me dayika min birîndar bû. Ji ber ku demeke dirêj ambulans nehat dayika min jiyana xwe ji dest da. Em hatin girtin ji ber vê yekê em beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe nebûn, me şîna wê negirt. Hem mala me xirakirin hem jî dayika min kuştin, niha jî bi muebetê em tên darizandin. Li Sûrê li dijî mirovahiyê sûc hat kirin.Em hatin mexdûrkirin. Li vir yên ku tên darizandin piranî sivîl in. Darizandina me nehiqûqî ye. Ji ber ku nexweşiya gurçikan bi min re heye divê bêm emeliyatkirin. Ez dixwazim bêm berdan."
Girtiyê bi navê Îhsan Karatay jî wiha got: "Piştî ku ji Sûrê derketin ewil leşkeran piştre jî polîsan îşkence li me bikir. Çek dan serê me û gotina 'ger hûn rapora tenduristiyê bigirin em ê we bikujin' bi kar anîn. Ji ber îşkenceyê ez nexweş ketim, li ser xwe ve çûm. Nexweşiya epîlepsiyê bi min re heye. Li Girtîgehê nayêm dermankirin, dixwazim bêm berdan."
'BÊRÎTAN A BIÇÛK LI SALONÊ LÎST'
Di dema dozê de keça Remziye Tosun a 3 salî, Bêrîtan Tosun a ku li girtîgehê bi dayika xwe re dimîne jî li salonê lîstîk lîst.