STENBOL - Beriya doza rojnameya Ozgur Gundemê ku zimanzan Necmiye Alpay, nivîskar Asli Erdogan û rojnameger Zana Kaya û Înan Kizilkaya ku di doza Ozgur Gundemê tên darizandin li Edliyeya Stenbolê hatin cem hev. Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Durmuş diyar kir ku rojnamegerî dê derkeve pêşberî dadgehê.
Doza rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin a ku Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya, endamên Lijneya Şewirmendiyê ya Weşanê zimanzan Necmiye Alpay û nivîskar Asli Erdogan li 23'yemîn DAdgeha Cezaya Giran a Stenbolê dest pê kir. 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" "propagandaya rêxistinê kirine" tên darizandin, beriya dozê li ber edliyeyê daxuyanî hat dayîn.
Ligel şertên nebaş ên hewayê jî parlamenterên CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Bariş Yarkadaş, Serokê Giştî yê Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, dayika Asli Erdogan, Mîne Aydoslu, endamên BÎKG'ê û gelek rojnameger beşdarî dozê bûn.
'EM DARIZANDINA WAN QEBÛL NAKIN'
Li vir parlamenterê CHP'ê Yarkadaş axivî û got ku her roj bi binçavkirin û girtinan ve hişyar dibin, Kaya, Kizilkaya, Alpay û Erdogan ên ku dê piştî 132 rojan derkevin pêşberî dadgehê bi bîr xist. Yarkadaş wiha axivî: "Ji ber nivîsên xwe yên ku li gorî TCK'ê sûc nînin dê bên darizandin. Em qebûl nakin ku tu rojnamger ji ber fikrên xwe bên darizandin û rewa nabînin." Yarkadaş destnîşan kir ku 650 rojnameger ji ber twittên xwe yên ku di demên cuda de avêtine tê gotin ku dê bên binçavkirin û li hemberî van îdiayan nerazîbûn nîşanda.
'ROJNAMEGERÎ DÊ DERKEVE PÊŞBERÎ DADGEHÊ'
Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Durmuş jî diyar kir ku dê rojnamegerî derkeve pêşberî dadgehê û wiha axivî: "Em ê wan ji wir bi piştevaniyê derxînin. Divê gelê me jî xwedî li mafê ragihandinê derkeve. Ji ber vê yekê têkoşîn dê bidome."
Parlamenterê CHP'ê Tanrikulu jî wiha got: "Ligel hemû zehmetiyan jî ger em li vir bin di rojên pêş de em ê di rewşa azad de jî bi hevre bin. 30 sal in li ber dadgehan im lê pêvajoyekî evqas xirab min nedîtibû. Em bi gotinên rojbaş hişyar nabin, bi binçavkirinan hişyar dibin. Ez dixwazim 2017 ji hemû kesan re aştî, azadî û edaletê bîne."
Piştî axaftinan gelek kes ji bo şopandina dozê ketin hundirê edliyeyê.
Li aliyê din jî akademîyen û rojnamegerên ji Almanya, Swîsre û Fransayê hatine, Rêxistina Efûyê ya NAvneteweyî û parêzer jî dê dozê bişopînin.