Aslı Erdogan: Tekane delîl navê min ê di kunyeyê de ye

STENBOL - Nivîskar Asli Erdogan a di doza rojnameya Ozgur Gundemê de parastina xwe kir diyar kir ku hiqûq veguheriya amûrê çewisandinê û wiha got: "Rojnameya Ozgur Gundemê rojnameyekî, bi desturê tê derxistin, xwedî karta zer e û ji aliyê belavkariya turkuazê ve tê belavkirin e. Tekane delîl a şenber navê min ê di kunyeyê de ye."

Endama Lijneya Şewirmendiyê ya Weşanê ya Ozgur Gundem a hate girtin Asli Erdogan di doza ku bi îdiaya "endama rêxistinê ye" tê darizandin de derket pêşberî dadger. Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkala bi îdiana "personel û wesayît tuneye" neanîn doza ku li 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê tê dîtin.

'WEKÎ ENGÎZÎSYONA SERDEMA NAVÎN E'

Erdogan di parastina xwe de got ku hiqûq veguheriye amûrê çewisandinê. Hin xalên ku Erdogan di parastina xwe ya ji 12 rûpelan pêk tê wiha ye:

"Ez ê parastina xwe wekî ku hiqûq heye bikim" bi kar anî. Li vir li salonê gelek hiqûqnas hene hiqûq çi ye ez ê ji wan re venebejim. Parastina edaletê peywira we ye. Hiqûq tenê dewlet û siyasetmedaran nikare biparêze. Rojnameya Ozgur Gundemê rojnameyekî, bi desturê tê derxistin, xwedî karta zer e û ji aliyê belavkariya turkuazê ve tê belavkirin e. Di rojnameyekî qanûnî de em bi aweyekî sembolîk endamên lijneya şewirmendiyê ne. Lijneya Şewirmendiyê di 5 salan de carekî jî kom nebûye û biryarek jî negirtiye. Rêgezên hiqûqê tê binpêkirin. Ev engîzîsyona serdema navîn e. Hest, êş, rêz, wijdan wêje ye. Edaleta bêyî wijdan nabe...

'TEKANE DELÎL NAVÊ MIN Ê DI KUNYEYÊ DE YE'

Wêjevanek xwe di pirtûkan de tîne ziman. Nişeyên min, nivîsên min wekî tiştên krîmînal in bi mahen in di destên polîsan de ne. Îdianameyekî hevnegirtî û pûç e... Ji bo endamtiya rêxistinê tekane delîlê şenber navê min ê li kunyeyê ye.

Min her tim anî ziman ku ez anî-mîlîtarîsteke li dijî şer im. 18 sal in ji bo yek nivîsekî min jî doz nehatiye vekirin. Ez qet nebûme nivîskaretî sloganî. Min her tim îşkence û girtîgeh nivîsand. Ger ez bi vî re bibim endamê KCK'ê wê demê tu rêxistinên ku neketine pirtûkên min nemane.

'PÊDIVÎ BI WEŞANÊN WEKÎ OZGUR GUNDEMÊ HEYE'

Pêdivî bi weşanên wekî Ozgur Gundemê heye. Li hemberî çapemeniya navendî ya rastiya kurdan nanivîsîne bû alternatîf. Gelek nivîskarên wî hebû. Wekî Muhbîn Kizilkaya û Mehmet Metîner ên AKP'î. Di 2013-2014'an de hevpeyvîn û daxuyaniyên bi rêveberên KCK'ê re di çapemeniya navendî de cih girt. Tu rayeya Lijneya Şewirmendiyê ji bo rojnameyê tuneye. Agahiya min ji nivîsên ku bi mehlesê tên nivîsandin nîne.

'EZ BÛM YEKEMÎN WEJEVANA JIN A BI MUEBETÊ TÊ DARIZANDIN'

Di vî sedsalê de ez wekî yekemîn wêvajana jin a ku bi muebata girankirî tê darizandin derbasî dîrokê bûm. Ên ku li vir min sûcdar dikin yên ku sîstema rojê nabînin û dibêjin qey me qulikên reş dîtine. Rojnameyek ji dur ve nikare bê rêvebirin ev nepêkan e. Min ji tu kesan ferman û talîmat negirtiye û min nedaye jî. Piştevaniya bi rojnameya ku tê bêdengkirin wekî tiştekî exlaqî dibînim"

Piştî parastina Erdogan serokê heyetê berê xwe da kesên dozê dişopînin û gotina "yên li ser piyan bila derkevin derve" bi kar anî. Li ser vê yekê di navbera parêzer û serokê heyeta dadgehê de nîqaşek derket.

NECMIYE ALPAY DEST BI PARASTINA XWE KIR

Piştî nîqaşa di navbera serokê heyata dadgehê û parêzeran de zimanzan Necmiye Alpay dest bi parastina xwe kir.