STENBOL - Rûniştina doza Ozgur Gundemê didome. Polîsan destûr neda rojnameger û heyetên biyanî derbasî salona rûnşitinê bibe. Rojnameger û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya bi hinceta "Maşîne û personel tune" neanîn dadgehê. Runiştin bi îfadeya Asli Erdogan didome.
Piştî Rojnameya Ozgur Gundemê bi biryara KHK'ê hat girtin û Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya, Nivîskar Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay jî di navde 1'emîn rûniştina doza Rojnameya Ozgur Gundemê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya Edliyeya Çaglayanê dest pê kir. 4 jê girtî 9 rojnamegerên bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kirine tên darizandin. Heyeta dadgehê destûr neda rojnamegerên muxalif û heyetên biyanî derbasî salona rûnşitinê bibe. Rojnameger û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya bi hinceta "Maşîne û personel tune" neanîn dadgehê. Rojnamegerên xwestin dozê bişopînin û nekarîbûn têkevin salonê li derve biçepikan biryara dadgehê şermhezar kirin. Di salona rûniştinê de ligel nivîskarên rojnameyê Asli Erdogan, Necmiye Alpay, Parêzer Eren Keskîn ku serbest tê darizandin û Parêzerê Rojnameya Ozgur Gundemê, Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, (OHP) di salonê de amade bûn. Dayika Asli Erdogan Mine Aydoslu, parlamenterê CHP'ê Bariş Yarkadas, Sezgin Tanrikulu û Selina Dogan, Berdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û nûnerên konsolosên Almanya, İngiltere, Fransa, Swêd jî amade bûn. Rûniştina dozê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Bi biryara KHK'ê ji bo parastina Erdogan 3 û ji bo Alpay 3 parêzer amade bûn. Prz. Ercan Kanar, bertek nîşanî biryara dadgehê da û û got: “Ev xala KHK'ê ji ber ku nehat rojeva meclîsê kaduk e." û bertekên xwe anî ziman. Piştî heyeta dadgehê dest bi xwendina îdîanamyê kir û xwendin dirêj kir, parêzeran bertek nîşanî xwendina îdîanameyê da. Parêzeran diyar kirin ku tevan îdîaname xwendine û xwestin xwendina îdîanameyê bi dawî bibe. Li ser vê yekê heyetê xwendina îdîanameyê bi dawî kir û dest bi guhdarkirina îfadeyan kir. Li ser vê yekê destpêkê Rojnameger û nivîskar Aslı Erdogan dest bi parastinê kir. Rûniştina dozê bi parastina Erdogan didome.