AMED - Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk ku şevê din hat girtin ji Amedê sewqî Girtîgeha tîpa F a Kandirayê kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya têkildarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, 10 siyasetmedarên kurd ên di 26'Ê kanûnê di serdegirtina malan de bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatibûn binçavkirin û Aysel Tugluk jî di navde 9 siyasetmedarên kurd hatin girtin. Cîgira Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk, piştî duh hat girtin, ji Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê kir. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê û Endamê Koma Aşttiyê Seydi Firat, siyasetmedarên kurd Ramazan Ozbek, Halis Bilen, Mehmet Baysal, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Cabbar Leygara, Endamê Dîwana Kongreya Civaka Demokratik Cafer Kan, Edip Yaşar û Abdulbaki Karadeniz jî piştî hatin girtin ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.