STENBOL - Parêzer Eren Keskîn a di doza Ozgur Gundemê de bêyî girtî tê darizandin di parastina xwe de gotina "Gundem ji bo min Mûsa Anter e" bi kar anî û diyar kir ku der barê wê de 140 doz hatine vekirin lê naçe tu cihan û dê azadiya fikr biparêze.
Di doza Ozgur Gundemê ya hat girtin de piştî zimanzan Necmiye Alpay parêzer Eren Keskîn a bêyî girtî tê darizandin parastina xwe kir.
Keskîn a bi gotina "Gundem ji bo min Mûsa Anter e" dest bi parastina xwe kir û wiha berdewam kir: "Di 77 saliya xwe de hat kuştin. Kiryarê wî hê jî nehatiye dîtin. Belavkarên 8-9 salî hatin kuştin. Ez wê demê jî parêzer bûm. Gelek caran min teklîfa parlamenteriyê red kir. Min girîngî da parazvaniya mafên mirovan. Di dema muzakereyê de qet doz nehat vekirin. Niha 140 dozên min hene. Ez ê neçim cihekî. Parastina mafên mirovan bidomînim.
'OZGUR GUNDEM JI 1999'AN HETA NIHA BI DESTURA DEWLETÊ DERDIKEVE'
Ev rojname ji 199'an heta niha bi destura dewletê derdikeve. Yên ku rêveberiyê dikin bi endamtiya rêxistinê tên darizandin. Aqilê mirovan vê hilnade. Der barê windayan de wê demê serokwezîr soza ez ê kiryaran bibînim da me. Gotin em ê torosên spî biqedînin. Niha ji ber ku em li dijî torosan e tên darizandin. Di warê hiqûqî min deme ku evqas me xwe neçar his kiriye û nizanin di kîjan riyê de biçin nedît. Der barê nivîsên min ên di îdianameyê de tu doz nehatine vekirin."