Malbatên Roboskê: Divê yên di bin çavan de bê berdan

ŞIRNEX- Malbatên Roboskê di hefteya 261'emîn a qatlîamê de di daxuyaniya li goristanê ya ji bo daxwaza edaletê bi cih bê dan de xwestin 6 kesên li gund hatin binçavkirin bên berdan.

Malbatên Roboskê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê ku 34 xizmên wan di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê bajafirên şer ên artêşa tirk ve hatibûn qetilkirin di hefteya 261'emîn a qatlîamê de li goristana gund hatin cem hev. Ligel hewaya sar malbatên ku li goristanê hatin cem ev dua kirin û gorênn zarokên xwe mêze kirin. Piştre di daxuyaniya hevpar de Zîlan Encu axivî û bi bîr xist ku li ser qatlîamê 5 sal derbas bûye û wiha axivî: "Ji guhên me dengê balafirên ku wê şefê erş û ezman hejand û zarokên me parçe kirin neçûye. 34 kes, 34 sivîl, 34 bedenên parçekirî, bi dehan hêstirên ku hatin kuştin, erzaqên li derû dorê belav bûye."

Encu diyar kir ku ligel ku kiryarên qatlîamê tên zanîn jî nedarizandina wan tê wateya xwedîlêderketina qatlîamê û ji wê demê niha ve malbat tên cezakirin.

Encu xwest ku parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu yê girtî ye û Velî Encu, Taybet Encu, Yannis Vasilis Yaylali, Meral Geylanî, Ubeydullah Encu û Hîkmet Alma yên di bin çavan de ne bên berdan.