MARDİN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku yên ji berxwedana Rojava ditirse êrîşê îradeya gel dike û wiha axivî: "Dixwazin bi plana têkbirinê bi me paşve gav bidin avêtin lê ne di salê 80'an ne jî yên 90'an de me paşve gav neavêtiye. Wê demê bi ser neketin dê îro jî nikarin me biçewisînin."
Piştî Wezareta Karên Hundir Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ji peyvir hat avêtin Walî Mûstafa Yaman wekî wekîlê şaredariyê hat tayînkirin li ber şaredariyê daxuyani hat pêk anî. Daxuyaniya ku xebetakarên, şaredariyê,Hevserokên şaredariya Mezin ya Mêrdînê Ahmet Turk,Febrûniye Akyol, Parlementerê HDP'ê ya Êlihê Mehmet Ali Aslan û bi sedan welatiyan tevlî bûn.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku yên ji berxwedana Rojava ditirse êrîşê îradeya gel dike û wiha axivî: "Dixwazin bi plana têkbirinê bi me paşve gav bê avêtin,lê ne di salê 80'ê ne jî yên 90'ande me paşve gav neavêtiye. Di wê demê de nikaribûn dijî îradeya gel pêşve biçin, niha jî nikarin. Wê demê bi ser neketin dê îro jî nikarin me biçewisînin."
Turk anî ziman ku AKP dixwaze xwe bi polîtîkaya yekbûyî pêş ve bibe û ji beri vê yekê jî tehamula wan dengê muhalîf re tuneye û wiha pêde çû: "Em ê hemberî van polîtîka û êrîşan wek her demî li ber xwe bidin."
Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan jî diyar kir ku qayyim serokê qorsan e û wiha axivî: "Hemberî van qorsanan em ê bi gel re berxwe bidin."