Di doza Sûrê de bi tundî mudaxileyî girtiyan kirin!

AMED - Di doza sivîlên ji Sûrê hatin derxistin û tên darizandin de, mafê parêziya girtiyan hat astengkirin û li ser vê girtiyan îtiraz kir. Girtiyên îtiraz kirin, polîs û leşkeran ew li erdê dirêjkirin û derb kirin. Girtiyên li ber çavê heyeta dadgehê rastî îşkenceyê hatin, dirûşmeyên "Wê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Piştî îlankirina qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê, nûçegîhanê DÎHA'ya hat girtin Mazlûm Dolan jî di nav de, 32 jê girtî 40 kesên ji ber pevçûnên ku 104 rojan domiyan, li navçeyê mahsûr mabûn, piştî 10 mehan şûnde derketin pêşberî dadwer û di rûniştina yekemîn de girtî û temaşevan hatin derbkirin. Di rûniştina li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya bersûc bi kurdî parêziya xwe kirin de, ji girtiyan Dilşad Şengul mafê axaftinê wergirt. Dema Şengul diaxivî serokê dadgehê gotina wî birî, got "Bersûc çîrokê vedibêje" û xwest derbasî cihê xwe bibe. Piştî mafê wî yê axafttinê hat astengkirin, Şengul di axaftinê de israr kir. Li ser vê serokê dadgehê ji cendirmeyan xwest, bersûc derxin derveyî eywanê.

Li ser vê dema Şengul û girtiyên din îtiraz kirin, rastî êrîşa cendirme û polîsan hatin. Polîs û cendirmeyên ku girtî dirêjî erdê kirin û ji paş ve ew kelepçe kirin, bi jopan mudaxileyî wan kirin. Girtî bi xwêr ve ji eywana dadgehê hatin derxistin. Dema hatin derxistin, girtiyan dirûşmeyên "Wê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Di dema mudaxileyê de Remziye Tosûn bi erdê ve hat kişandin û her wiha keça wê Berîtana 3 salî jî ji dest wê hat girtin û ew birin hundur.

Malbatên ku dîtin xizmên wan hatin derbkirin jî, rastî mudaxileyê hatin. Polîs, malbatan bi awayekî derbkirî ji eywanê derxistin. Mudaxile li korîdora edliyeyê jî domiya. Jineke ku nîşana serketinê kir, destê wê ji aliyê polîsan ve hat xwarkirin.

Niha li eywana rûniştinê ji bilî heyeta dadgehê, dozger, parêzer, polîs û leşkeran tu kes nemaye.