Doza Sûrê taloqî sibê kirin

AMED - Piştî îlankirina qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê, nûçegîhanê DÎHA'ya hat girtin Mazlûm Dolan jî di nav de, 32 jê girtî 40 kesên ji ber pevçûnên ku 104 rojan domiyan, li navçeyê mahsûr mabûn, piştî 10 mehan şûnde derketin pêşberî dadwer û doz taloqî sibê hat kirin. Di doza ku piraniya bersûcan bi kurdî parêzî kir de, ji bilî 6 bersûcên li girtîgehên cuda hemû girtiyan îfade da.