Êdî azad in...
Erdogan, Alpay û Kaya ji girtîgehê derketin

STENBOL - Endamên Lijneya Şêwirê ya Rojanmeya Ozgur Gundemê Nivîskar Asli Erdogan û Zimannas Necmiye Alpay ji Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan û Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojanmeyê Zana Kaya jî ji Girtîgeha Sîlîvriyê derketin.

Aslı Erdogan û zimannas Necmiye Alpay bi hinceta di lijneya şêwirmendiya giştî ya Rojanmeya Ozgur Gundemê ya bi KHK'yê hat girtin de cih digirin, bi tawanbariya 'endamtiya rêxistinê' hatibûn girtin û di yekemîn rûniştina doza xwe de derketin pêşberî dadwer. Di dadgehê de ji bo Asli Erdogan, Necmiye Alpay û gerînendeyê giştî yê rojnameyê Zana Bîlîr Kaya biryara tahliyeyê hat dayîn.

Alpay û Erdogan piştî akrên tehliyeyê ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê derketin û gihaştin azadiya xwe. Gelek rojnameger, nivîskar, akademîsyen li ber girtîgehê Alpay û Erdoganê bi bezkirina dirûşmeya "Çapemeneiya azad nayê bêdengkirin" pêşwazî kirin.

ZANA KAYA: JI CIHÊ MAYÎ EM Ê ROJNAMGERIYÊ BIDOMÎNIN

Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ozgur Gundem Zana Kaya jî ji Girtîgeha Sîlîvriyeyê derket û gihaşt azadiya xwe. Li ber girtîgehê gelek rojanmeger û endamên malbatê Kaya bi berzkirina dirûşmeyan pêşwazî kirin.

Kaya li derketina girtîgehê axivî û wiha got: "Ji cihê mayî em ê rojnamgeriyê bidomînin. Hîn jî Gerînendeyê Karê Nivîsan ê rojanmeyê di hudnur de ye. Hîn jî nêzî 150 hevalên me yî rojnameger girtî ne, siyasetmedarên kurd, serokên partiyan girtî ne. Bi hezaran siyasetmedar girtî ne. Tirkiye veguheriye girtîgeheke giştî. Ji bo hemû girtîgehên li derve û hundur bên azadkirin em ê têkoşîna xwe zexim bikin."